UNISEF: Li Efrînê herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2018-01-27 12:35:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê UNISEF'ê yê Sûriyeyê Fran Equiza anî ziman ku wan agahiya ku di êrîşên li Efrînê de herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest dane, girtine.    Nûnerê Fona Alîkariyê ya Zarokan a Yekîneyen Neteweyî (UNISEF) Fran Equiza, diyar kir ku wan agahiya ku di êrîşên li ser Efrînê de herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest dane, girtine. Fran berteka xwe bi vê pirsê anî ziman:"Cîhan li dijî kuştina zarokan, ket rewşeke ku bertekê nîşan nadin?"   Fran diyar kir ku kesên sîvîl ji bo xwe ji êrîşên hewayî biparêzin li cihên kantênê yên dinê bi cih bûne. Her wiha hat gotin ku ji herêmên din 125 hezar kes li kampên penaberan bi cih bûne.    Mala Çavdêriyê ya Sûriyeyê ya navenda wê Londra ye jî anîbû ziman ku bi destpêkirina êrîşan a ji 20'ê Çileyê vir ve ku di nav de zarok jî hene herî kêm 38 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Efrînê tenê do, herî kêm 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 13 zarok jî birîndar bûn.