Şebnem Korur Fincanci: Kesên ku bi şer têr dibin gelek tiştên ku ew wenda bikin hene 2018-01-27 10:53:54   STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Korur Fincan li dijî ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan TTB wekî "Yên ku ji teroristan hez dikin" hedef girt, ev gotin kir:"Dema ku aştî pêk were kesên ku ji şer têr dibin gelek tiştên ku ew wenda bikin hene. Em jî dizanin dema ku aştî pêk were dê mirovatiyê bi ser bikeve."    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyaniya "Ji şer re na, ji bo aştiyê niha dest bidin hev" dabûn. Li ser vê yekê bûn hedefa Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan. Tayyip Erdogan ji bo wan gotibû "Yên ku ji teroristan hez dikin"  û gelek kesan li dijî vê hedefgirtinê bertek nîşan dabûn. Li ser medyaya civakî gelek kesan bi gotina "#TTB ez li ba te me" peyamên piştgiriyê parve kirin. Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Fincan Korur jî bertek nîşanî vê hedefgirtinê da û got:"Li gor me TTB rêxistina hekîma ye, helwesgirtana hekîman a li dijî kuştina mirovan tiştekî normal e."    'Ji zû de ye dixwazin TTB'yê bixin dest'   Şebnemê anî ziman ku ji zû de ye dixwazin TTB'yê bixin dest, bixin bin desthilatdariya xwe loma vê yekê wekî hincet nîşanî me dide û erîşî me dikin.   'Em dizanin li dijî şer bisekinin'   Şebnemê diyar kir ku wan berê jî li dijî şerê li Iraqê û Sûriyeyê bertekên xwe nîşan dane û got em her dem li dijî şer sekinîne.    'Hîtler hîn bi nefretê tê bi bîr anîn'   Şebnemê anî ziman ku dê rojekê êrîşên li dijî aştiyê bi dawî bibe û wiha got:"Dîrok hîn îro jî kesên ku li dijî aştiyê ne dinivîse, mirov îro dîsa Hîtler bi nefretê bi bîr tîne. Em dizanin ku kesên ji aliyê mirovan helwesta xwe diyar bikin dê bi ser bikevin. Mirovê xwesteka xwe ya aştiyê bidomîne. Çimkî ev tişta divê ji bo mirovan bê xwestin."   'Dema ku aştî pêk were dê mirovatiyê bi ser bikeve'   Şebnemê diyar kir ku yên aştiyê dixwazin tên cezakirin ew ji serdemeke wiha derbas dibin û got:"Dema ku em aştiyê dixwazin bila hûn bizanibin ku em li dijî yên ku şer dixwazin disekinin. Kes nikare bibêje ev pêvajoyeke hêsan e, çimkî yên şer dixwazin gelek tiştên ku ew wenda bikin hene. Lê em jî dizanin ku dema ku aştî pêk were dê mirovatiyê bi ser bikeve. "   'Polîtîqaya ku li ser mirovên mirî tê kirin li dijî mirovatiyê ye'   Şebnemê anî ziman ku divê hemû hekîm li dijî şer bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê hekîm li dijî hemû ziraran bisekinin. Em sekna xwe berdewam bikin, em gotina xwe bibêjin û dewam bikin, rewşeke ku van gotinan biguhere tuneye. Çimkî mirov dimirin, mirovên me dimirin. Polîtîqaya ku li ser kesên mirî tê kirin nayê qebûlkirin, ev tişt li dijî mirovatiyê ye. Em ji bo mirov nemirin hewl didin, em dixwazin mirov li kolanan di nav aramî û aştiyê de bijîn."