Zarokên herêma Efrînê: Erdogan xeyalên me têk dibe 2018-01-27 09:17:26   Ferîde Zede-Lîlav Elî   EFRÎN - Zarokên herêma Efrînê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan û gotin ku ew şer naxwazin, dixwazin ku wekî hemû zarokan xweyalên xwe pêk bînin û azad bijîn.   Zarokên herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û hemû navçeyên wê bi taybetî jî yên li ser zarokan ku tên kirin şermezar kirin û hestên xwe yên ji bo ku azad bijîn anîn ziman.   Êrîşên artêşa tirk û OSO'yê ku bi hevkarî tevdigerin di roja 7'emîn de berdewam dikin. Bertekên li dijî van êrîşan jî roj bi roj zêde dibin. Di encma êrşên hewayî û bejahî de ku li ser Efrînê tên kirin herî zêde zarok û jin tên kuştin. Heta niha li gorî nûçeyên ku gihaştine ber destên me bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane. Tenê ji navçeya Şerawa ya Efrînê di encma êrîşên balafirên tirk de di roja duyemîn a êrîşan de ji malbatekê 7 zarok hatin qetilkirin.  Zarokên Efrînê yên ku bertek nîşanî êrîşan dan gotin ku ew şer naxwazin û Erdogna xeyalên wan têk dibe.    'Erdogan bi êrîşên xwe zarokan qetil dike'   Zaroka bi navê Henîfe Şêxo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku di encmê de bi taybetî zarok tên qetilkirin şermezar kir û wiha got:"Erdogan bi êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê sivîlan û bi taybetî zarokan armanc digire. Bi tenê sivîlan dixe armanca êrişên xwe." Henîfe di berdewamiya axaftina xwe de  diyar kir ku Erdogan bi êrîşên xwe li ser sivîlan xeyalên zarokan têk dibe û ev tişt got: "Ji îro û şûn ve em wek zarok em naxwazin dewleta tirk axa me dagir bike. Hêzên YPG-YPJ'ê  me diparêzin û heta ku hebin wê axa me jî biparêzin."   'Divê ku zarok jî xwe biparêzin'   Zarokê bi navê Elî Xebes jî wiha got:"Ne bi tenê mirovên mezin em zarok jî divê xwe biparêzin ji ber ku em jî tên kuştin. Em dixwazin ku azad bijîn."   'Mislimantiya Erdogan ev e'   Her wiha zaroka bi navê Dişan Şêxo jî got ku Erdogan xeyalên wan têk dibe nahêle ku ew zarokatiya xwe bijîn û got:"Erdogan di bin navê îslametiyê de şer dike, lê belê ger ku rehim û îslamet li gel Erdogan û çeteyên wî hebûna, wî zarok qetil nedikirin û xeyalên wan winda nedikir. Tenê YPG-YPJ me diparêzin"   'Em zarokên gelê kurd in'   Her wiha  Bîlîn Bîro jî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk da û wiha hestên xwe anî ziman:"Em ji tang û topên Erdogan tu caran natirsin. Lê em şer jî naxwazin."   'Zarokên Efrînê berxwedêr in'   Zarokê bi navê Omar Îbiş  ku êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeya Cindirêsê şermezar kir  got;"Di canê hemû zarokên Efrînê de rihekî berxwedêr heye ji ber vê em ê heta dawiyê ji bo azadiyê li ber xwe bidin. "   Zarokek bi navê Mewlîde Îbîş jî bal kişand ser topebarana hêzên tirk û got: "Topbaranên dewleta tirk ên li ser Efrînê tu caran îradeyên me naşkîne û nikare li hember daxwaza azadiyê ya gelê kurd bisekine. Gelê kurd û zarokên kurd wê bi îradeya xwe bi ser kevin."