Ezmûna Nisêbînê ya bi OHAL’ê re 2018-01-27 09:15:59   MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku yek ji cihên herî zêde bandora OHAL’ê tê hîskirin, di hefteya dawî de polîsan bi hinceta ‘ewlehiyê’ gel xist bin kontrolê. Bi kontrolên kêfî yên GBT’ê re nahêlin gel li navendê bigerin û bi îxbarên bê bingeh bi ser malan de tên girtin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di hefteya dawî de êrîşên li dijî gel derket asta herî jor. Midûriyeta Polîsan a navçeyê ‘alarma sor’ li navçeyê îlan kir û di van rojan de li sûkê hema hema her kes di bin GBT’ê de tên derbaskirin. Li navçeyê îxbarên bê bingeh zêde bûn û kesên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û dozên wan hene bi hinceta divê îmzeyê bavêjin gazî qerekolan dikin.   Li malan li kesên ‘girtî’  digerin!   Li navçeyê di hefteyekê de bi ser 4 malan de girtin û derket holê ku li kesên ku ji xwe niha di girtîgehê de ne digerin. Di serdegirtinên malan ên li taxên Firat û Dîcleyê de sê kesên niha girtîne, pirsîne û li malan lêgerîn kirine.   Di ketin û têketinên Nisêbînê de kulubeyên nû yên polîsan hatin avakirin. Li aliyê din jî li her taxê qerekol heye  û li kolanan gelek wesayetên zirxî digerin.   Piştî qeyûm tayînê şaredariyê bû şûnde kargeriya li parka Demokrasiyê jî dane kesekî nêzî AKP’ê û hat gotin ku kesên tên vir îxbarê polîs dikin.   ‘Di sala dawî de zext zêde bûn’   Welatiyekî bi navê Î. ku ji binçavkirinên navçeyê re şahidî kiriye diyar kir ku 15 polîsan bi hev re dora ciwanekî girtine û nasname jê xwestine û got: “Dengê wan hat min ku digotin ‘tu yê jî bibînî, em ê te jî hal bikin’. Polîsan êrîşê zarok kir. Qêrîna ciwan hîna di gûhê min de ye. Yên bertek nîşan dan jî bi çekan hatin tehdîd kirin. Di sala dawî de zext û zilm zêde bûye.”