‘Şaxê zeytûnê’ nikare ser xwînê bigire 2018-01-27 09:04:23   STENBOL - Seroka Komeleya Jinan a Demîr Leblebî Sevna Somoncuoglu derbarê êrîşa Efrînê de axivî û diyar kir ku ‘şaxê zeytûnê’ nikare ser xwînê bigire û derbarê kesên piştgiriyê didin êrîşê jî wiha got: “Ez wan dişibînin bêhişên ku di trafîkê de hewl didin bikevin pêşiya ambulansê.’   Di 8’emîn roja êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê de heta niha gelek jê sivîl pir kesî jiyana xwe ji dest dan. Bertekên li dijî êrîşê her diçin zêde dibin.  Seroka Komeleya Jinan a Demîr Leblebî Sevna Somoncuoglu  derbarê êrîş û daxwaza aştiyê de axivî.   ‘Yên dimirin ciwan in’   Sevna bertek nîşanî êrîşa ‘Operasyona Şaxê Zeytûnê’ da û ev tişt anî ziman: “Jê re bêjin operasyon jî divê navê vê rast bê danîn. Behsa artêş û pevçûna çekdarî dikin lê ev şer e.  ‘Şaxê zeytûnê’ ser vê xwîna hûn dirjînin nagire.  Hincet û navê şer ji bo min tu wateya wê tune. Di encamê de yên dimirin ciwan in.”   ‘Hilweşîn bi jin û zarokan re dest pê dike’   Sevnayê daxuyakirin ku hilweşîn bi jin û zarokan dest pê dike û got: “Bandora vî şerî wê bi dehan salî berdewam bike. Her kes vê dizane.  Ji niha de hesabên vê dikin. Ez êrîşan wek amadekariya hilbijartinê dibînim. Ev şer taktîka ku bi netewperestiyê dengan bilind dike ye.  Dema em dibêjin dijberî şer in, rastî her cureyê êrîşê tên. Dema bêdeng dimînin jî tên lînçkirin. Li gorî min asta ku dixwestin bidest xistin.”   Sevnayê di berdewamiyê de bal kişand ser kesên navdar ên piştgirî dane şer û derbarê vê de ev tişt anî ziman: “ Ez wan dişibînin bêhişên ku di trafîkê de hewl didin bikevin pêşiya ambulansê.”   Sevnayê bi lêv kir ku kesên li dijî şer derdikevin jî hedef tên girtin û got ev jî projeya bêdengkirinê û serîtewandinê ye.