ROJEVA 27'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2018-01-27 09:00:00   *Seroka Komeleya Jinan a Demîr Leblebî Sevna Somoncuoglu derbarê êrîşa Efrînê de axivî û diyar kir ku ‘şaxê zeytûnê’ nikare ser xwînê bigire û derbarê kesên piştgiriyê didin êrîşê jî wiha got: “Ez wan dişibînin bêhişên ku di trafîkê de hewl didin bikevin pêşiya ambulansê.’   *Berdevka Komuna Piştevanî û Yekîtiya Gelan Bêrîtan Asya diyar kir ku Rojava îradeya gelên bindest ên cîhanê ye û bi lêv kir ku wan Kobanê çawa kir Stanlîngrad wê Efrînê jî bikin Vîetnam.   *Li girtîgeha Hejmar 1 a Elezîzê ku pêkanînên kêfî di asta herî jor de pêk tên, vê carê li malbatên diçin hevdîtinê pêk hat. Xizmên girtiyan  diyar kirin ku ji aliyên gardiyanan ve rastî lêgerîna tazî û tacîza zayendî hatine.   *Li Nisêbîna ku yek ji cihên herî zêde bandora OHAL’ê tê hîskirin, di hefteya dawî de polîsan bi hinceta ‘ewlehiyê’ gel xist bin kontrolê. Bi kontrolên kêfî yên GBT’ê re nahêlin gel li navendê bigerin û bi îxbarên bê bingeh bi ser malan de tên girtin.   *Hevseroka Encumana Tendrustî ya Kantona Efrînê Ancêla Reşo di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û got:"Gelê Efrînê berxwedanek bê hempa dimeşînin û bi rûmeteke giranbiha xwedî li axa xwe derdikevin." BI DÎMEN   *Zarokên herêma Efrînê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan û gotin ku ew şer naxwazin, dixwazin ku wekî hemû zarokan xweyalên xwe pêk bînin û azad bijîn.   *Li Kurdîstanê her komkujî û her efsaneyeke kurd bi wêjeya devkî heta îro hatiye. Di kilaman de leheng jî hatine afirandin û kesên ne baş jî. Li Wanê jina ciwan Pervîn Kaplan ku ji zarokatiya xwe de her xeyaleke wê hebû ku ew jî dengbêjî bû ev xeyala xwe pêk anî û niha bi dengbêjiyê ji çand û hûnera kurd  re dibe ronahî. BI DÎMEN