Ji malbata Abdullah Ocalan serlêdana 61'emîn 2018-01-26 16:08:29   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo bi xizmên xwe re li Girava Îmraliyê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Burasayê dan û ji bo roja duşemê daxwaza hevdîtinê kirin.   Birayê girtiyê bi navê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Bi vê serlêdanê re ji 11'ê Îlona 2016'an vir ve bû 61 caran ku malbat ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin.