KPCD'ê li Tiltemirê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir 2018-01-25 15:35:01   TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa dewleta tirk ên li ser herêma Efîrnê KPCD'ê li Tiltemirê daxuyaniya çapemeniyê da.   Li ber konê piştgiriyê yê bajarê Tiltemirê yê girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê xwendekarên Peymangeha Viyan Amara yê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê mamoste Fewaz Seydo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   "Em êrîşa Dewleta Tirk a di bin navê îslamê de şermezar dikin. Em wekî gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê di wê baweriyê de ne ku êrîşa Erdogan ew e ku bingeha gelên  Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe dane avakirin bide hilweşandin.   Hêzên ku di Efrînê de ne wekî kurd, ereb, aşûr, suryan û hwd.. em hemû bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa ku ket roja xwe yî 6'emîn bi hêz û berxwedana gelê Efrînê vala derdikeve."   Daxuyanî bi diruşma "Bijî Berxwedana Efrînê"bi dawî bû.