Îdiaya ku cilên yekreng şandin Girtîgeha Êlihê 2018-01-25 15:12:50   ÊLIH - Hat îdiakirin ku cilên yekreng şandine Gîrtîgeha Tîpa M a Êlihê.   Piştî weşandina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a hejmara 696’an pêkanîna cilên yekreng, hat îdiakirin ku cilên yekreng şandine Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Heta niha derbarê şandina van cilan de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Girtiyên ji doza PKK’ê yên di girtîgehê de bi boneya pêkanîna cilên yekreng şermezar bikin biryar sitendin ku dernekevin hevdîtinê. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê jî cezayê du mehan ê hevdîtina têlefonê da girtiyan.