Mêrê ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin 2018-01-25 11:57:36   SAMSUN - Antrenorê Basketbolê Cem K. li ser agahiyên zaroka ku berê antrengoriya wê dikir hesabê medyaya civakî vekir û ew hesaba ji bo fuhuşê bi kar anî. Antrenorê Basketbolê Cem K. yê ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin.   Cem K. yê ku li navçeya Samsunê li Canikliyê antrenoriya basketbolê dikir li ser navê zaroka ku berê antrenoriya wê dikir hesabek vekiribû û li ser wî hesabî fuhuş û xapandin pêk dianî. Li ser giliyê derbarê Cem K. de lêpirsîn hat vekirin û hat binçavkirin. Cem K. yê ku ji ber sûcdariya agahiyên zarokekê bi kar anîye û ew bi îstismara zayendî rû bi rû hiştiye sewqî edliyeyê hatibû kirin, hat girtin.