Cenazeyê sivîlên li Efrînê wê îro bên definkirin 2018-01-25 11:54:55   EFRÎN - Ji bo girtina cezaneyên ku wê îro li goristana Metîna bên definkirin gel berê xwe da nexweşxaneya Avrînê.   Di encamê êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên li ser  Efrînê de ku sivîl hedef tên girtin 17 kesên ku du jê şervanên YPJ'ê ne ku di encma van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan wê îro cenazeyên wan ji nexweşxaneya Avrînê bên girtin û bên definkirin. Ji bo girtina cenazeyan gel li ber nexweşxaneyê kom dibe.    Welatiya bi navê Hacer Miha ku bertekên xwe li dijî êrîşan anîn ziman wiha got: "Erdogan çiqas êrîş bike jî em ê destûrê nedin ku axa me dagir bike û em ê li ber xwe bidin."