Li Antalyayê li dijî jinên girtî îşkenceya zayendî 2018-01-25 11:16:44   Filiz Zeyrek    ANTALYA - Jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê bi rêya malbatên xwe peyamek şandin û anîn ziman ku ew li odeya muayeneyê ya nexweşxaneyê ji aliyê leşkeran ve bi îşkenceya zayendî rû bi rû mane.    Hacire Çay, Ebru Şahin, Neriman Bakir û Meral Geylanî li Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê di dema sewqkirinê de li odaya bijîşk ji aliyê fermandarê leşkeran ve bi îşkenceya zayendî rû bi rû man. Jinên girtî îşkenceya zayendî ya li wan hatine kirin bi rêya telefona hefteyî ji malbatên xwe re anîn ziman. Jinan anîn ziman ku di dema muayeneyê de fermandar jî ketiye hundir û wan li dijî vê yekê bertek nîşan dane û li ser vê yekê fermandar ew bi tacîza gotinê rû bi rû hiştiye.    Malbatê dê bibin gilîkar   Jinên girtî diyar kirin ku fermandar ji wan re wiha gotiye:"Hûn memikên xwe rê bijîşk didin rê me jî bidin." Her wiha îşkenceya zayendî li korîdora nexweşxaneyê jî dewam kiriye û wiha hatiye gotin ku provakasyon pêk were:"Vana 'terorist in' çima li nexweşxaneyê dor ji vana tê veqetandin."    Berê jî jinên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê çûbûn hevdîtinê, lêgerîna tazî li ser wan hatibû ferzkirin. Jinan li ser vê yekê ji rayagiştî re banga hestiyariyê kirin. Malbatên girtiyan anîn ziman ku ew ê vê îşkenceya zayendî qebûl nekin û giliyên xwe ji saziyên Meclîs û Mafên Mirovan bikin.     Malbatan anîn ziman ku divê li ser vê mijarê bê sekinandin.