Lale Mansur: Kesê şer dixwazin bila zarokên xwe bişînin 2018-01-25 10:33:08   STENBOL - Lale Mansurr ya ku yek ji 170 ronakbîr û hinermendên ji parlamenteran re nameya "Vî şerî rawestînin" şandiye ye wiha got; "Kesên şer dixwazin bila di serî de zarokên xwe bişînin şer."    Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û komên OSO ku di 20'ê Çileyê de li dijî Efrînê dan detpêkirin berdewam dikin. Li dijî van êrîşan ji bo ku şer raweste 170 ronakbîr û hunermendan ji bo ku şerê hatiye destpêkirin raweste îmze avêtibûn binê nameya ku hevpar hatibû nivîsandin.  Ronakbîr û hunermendan ji bo ku êrîşên li ser Efrînê bên rawestandin nameya ku îmze kirin di serî de ji parlamenterên AKP'ê re ji hemû parlamenterên li meclisê re rê kiribûn.   Ji îmzakarên nameyê lîstikvan Denîz Turkalî, diyar kir ku ew alîgirê aştiyê ye û wiha got; "Ji ber ku ez ji şer hez nakim û mirovek xwedî wican im min îmze avêt binê wê nameyê.  Ez heta roja îro bi xeyala cîhaneke bê şer jiyam."   Kî dixwaze bimire?   Denîz diyar kir ku kesên şer naxwazin ji aliyê kesên şer dixwazin ve hedef hatine girtin û ev tişt got: "Ez dixwazim ku her kes aştiyê bixwaze û li dijî şer derkeve. Di vî şerî de kesên herî ciwan tên kuştin, her roj agahiyên mirinê tên yanî kî dixwaze ku bikuje û bê kuştin, ev çawa wijdan e?"   Denîz di dawiya axafitna xwe de bang li her kesî kir ku aştiyê bixwazin.   'Em alîgirên aştiyê ne'   Ji kesên ku nameya hevpar îmzekirin yek jê jî Lale Mansur e. Laleyê jî got ku ew li pişt tiştê di nameyê de nivîsandine û wiha got: "Em alîgirên aştiyê ne û şer naxwazin."   'Şer tenê êş ji me re anî'   Lale diyar kir ku ew ji berê û paşê de aglîgirê aştiyê ye, wê her aştiyê bixwaze û wiha got; "Heta roja îro şer tenê ji bo me êş aniye."   Lale herî dawî wiha dawî li axafitna xwe anî: "Kesên şer dixwazin bila di serî de zarokên xwe bişînin şer."