Ayten a ku di 12’ê îlonê de li Mamakê ber xwe da... 2018-01-25 09:19:10   Habîbe Eren   ENQERE - Ayten Saçik a di 12’ê Îlonê de li girtîgeha Mamakê li dijî îşkenceyê berxwe da, li dijî pêkanîna cilên yekreng banga têkoşînê kir û da zanîn ku 12’ê Îlonê tu car neqedyaye û got wê teqez gel qezenc bikin.   Bertekên li dijî pêkanîna cilên yekreng ya bi KHK’a hejmar 696’an ket meriyetê mezin dibin.  Ayten Saçik a di dema 12’ê Îlonê de ji doza Rêya Şoreşger hat girtin û sê salan di girtîgeha Mamakê de ma diyar kir ku ew rastî her cureyê îşkenceyê hatine, lê tu carî serî netewandine û got divê niha daxwaza yek kesî pêk neyê.   Aytenê bi lêv kir ku ji ber faaliyetên siyasî şevekê hatiye binçavkirin û got çavê wê girê dane li Enqereyê bi saetan gerandine û 60 rojan li hucreya îşkenceyê ya Labaratuvarên Lêkolîna Derîn (DAL) maye.   Aytenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku rastî her cureyê îşkenceyê hatiye û sê salên li Mamakê wiha vegot: “Li DAL ji kesî agahî nedihat girtin. Malbata min 40 rojî şûnde xwe gîhand min. Piştî 60 rojan şûnde ez birim Mamakê. Li wir lêdanên xêrhatin û îşkenceyan dest pê kir. Dema ez birim koguşê gelek kesên nas hebûn. Piştî em ji hucreyê xilas bûn me got Mamak baş e. Lê li wir îşkence girantir bû.”   'Me girtîgeh veguhert pirtûkxaneyê'   Aytenê daxuyakirin ku tevî hemû îşkenceyan girtîgeh veguhertine pirtûkxaneyê û ev tişt daxuyand: “Ez sê salan di blokên ku jin dibirin de dimam. Ez di koguşa ku boriyên laximê derbas dibin û mişk tê de digeriyan de mam. Me li wir jî her cureyê îşkenceyê dît. Lê tevî her êrîşê me berxwe dida. Her tişt qedexe bû. Me serî hil dida. Tevî em didan ceyranê me av germ dikir û serê xwe dişuşt.”   ‘Rihê me azad bû’   Aytenê  destnîşan kir ku tevî êrîş û îşkenceyan ‘rihê wan azad bû’ û got dema pêkanîna cilên yekreng ne li girtîgehê bû lê hevalên wê di girtîgehan de berxwe daye û got: “Hevalên me îşkence bi xof dîtin.  Fermandarên wê demê wek Hîtler bûn. 12’ê Îlonê tu car neqediya. 12’ê Îlonê her çû kûrtir bû. Pêkanîna cilên yekreng alavek îşkenceyê ye. Lê wê gel qezenc bikin. Divê em li dijî vê pêkanînê têkoşîna xwe bilind bikin.