ROJEVA 25'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2018-01-25 09:00:00   *Jina bi navê  Necah Mihemed li hember şert û mercên jiyanê yên zehmet têdikoşe. Necah Mihemed li keda jinê xwedî derdikeve û bi xwêdana eniya xwe debara mala xwe dike. BI DÎMEN   *Dayikên Aştiyê yên Amedê êrîşa ku li dijî Efrînê tê kirin şermezar kirin û gotin ku armanca Erdogan ew e ku kurdan biqedîne, lê her carê êrîşên wî vala tên derxistin. Ji bo vê jî mînaka herî baş berxwedana Kobanê ye. Efrîn jî wê wekî Kobanê bi ser keve.  BI DÎMEN   *Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso êrîşên dewleta Tirk ên li ser hêrêma Efîrnê nirxand û got:"Dewleta tirk dê nikaribe derbasî warê Arîn Mîrkan bibe û hilweşîne. Çimkî Efrîn kela berxwedanê ye." BI DÎMEN   *Vîrgînîa Woolf ku bi gotinên ‘Wek jinekê welatê min tune, wek jinekê ez dixwazim welatekî min hebe, wek jinekê, hemû cîhan welatê min e, tevî sînor û sînorkirinan dîrok bir îro, îro bir dîrokê niha 136 salî ye.   *Endama HDP MYK’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku ji bilî xwîn û şer argumana AKP’ê nemaye û eniya herî girîng a li dijî şer jin in û wiha got: “Em bertekên xwe nîşan bidin.” Endama Meclîsa Jinan Beycan Taşkiran jî  bi lêv kir ku şer tê wateya mirin û xizaniyê û got li dijî vê dagirkirinê bêdeng nemînin. BI DÎMEN   * Aytan Saçik a di 12’ê Îlonê de li girtîgeha Mamakê li dijî îşkenceyê berxwe da, li dijî pêkanîna cilên yekreng banga têkoşînê kir û da zanîn ku 12’ê Îlonê tu car neqedyaye û got wê teqez gel qezenc bikin. BI DÎMEN   *Elîf Kocaoglu ku 25 salan di Şaredariya Îzmîrê de xebitî roja meşa edaletê ya CHP’ê dest pê kir bi hinceta ‘qelsiyê’ ji kar hat avêtin. Elîf pirsa ‘Em li ku derê edeletê ne’ dipirse. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê piştî pevçûnan taxên wêran bûn, ji înşaatên TOKÎ'yê re hat vekirin. Taxa Zeynel Abîdîn mabû û niha aqûbeta wê diyar bû.  Taxa Zeynel Abîdîn jî wê wek taxên din ji rantê re bên vekirin. BI DÎMEN   *Herikandina şoreşa gelan bêyî ku were rawestandin bi pêş ve diçe. Şervanên azadîxwaz şerekî ku di dîroka mirovahiyê de dê bi tîpên zêrîn were nivîsandin li hemberî dagirkeriya dewleta tirk, didin meşandin ev şer şerê parastina rûmet û nirxên mirovahiyê ye. Ji roja ku li Rojavayê Kurdistanê an li Bakurê Sûriyeyê ala şoreşa gelan li ber asîmanan ve bilind bûye û heta niha dewleta tirk êrîşî deskeftiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk her ku dijminahiya xwe li hemberî gelê Kurd zêde dike faşîzm zêde dibe û wê ev dewleta dagirker û Erdoganê desthilatdar bi vî navî di dîroka rojhilata navîn de cihê xwe bigire.  JI PÊNÛSA JINÊ