Dewleta tirk êrîşî şehbayê dike 2018-01-24 15:40:02   EFRÎN- Artêşa dewleta tirk a dagirker  bi balafiran êrîşî şehbayê dike.   Artêşa dewleta dagirker a tirk êrîşên xwe li ser sînorê Rojava dewam dike û niha bi balafiran  bajarokê Dêr Cemal ê Kantona Şehbayê Herêma Efîrnê bombebaran  dike. Li aliyekî din jî niha gundê  Baflunê yê girêdayî navçeya şera bi awayekî hovane tê bombebaran kirin.   Her wiha balfirên şer li ser herêma Efrînê ne , artêşa tirk a dagirker derdora bajaroka Bedîna û gundê Qubê yên girêdayî herêma Raco jî topbaran dike. Şerê li girê gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Mabata jî didome.