Ronakbîran ji bo Efrînê ji AKP'ê re name şadin 2018-01-24 12:28:22 NAVENDA NÛÇEYAN- 170 navên ku di nava wan de wezîrên berê, parlamenter, nivîskar, derhiner, lîstikvan, senarîst, rojnameger, rêxistinên saziyên civakî û saziyên jinan hene, ji bo ku êrîşên li dijî Efrînê bên rawestandin îmze avêtin binê nameya ku ji parlamenterên AKP'ê re hat şandin. Êrîşên TSK û OSO'yê ku li dijî Efrînê ji hewa û bejahiyê ve li dijî Efrînê di 20' ê çileyê de hatin destpêkirin berdewam dikin, li dijî van êrşîşan 170 ronakbîran ji bo ku operasyonên li dijî Efrînê bên rawestandin îmze avêtin binê nameya ku ji parlamenterên AKP'ê re hat şandin.  170'ê navên ku di nava wan de wezîrên berê, parlamenter, nivîskar, derhiner, lîstikvan, senarîst, rojnameger, rêxistinên saziyên civakî û saziyên jinan hene ji bo ku oprasyona li dijî Efrînê bê rawestandin di serî de ji parlamenterên AKP'ê re ji hemû parlamenterên li meclisê re bi rêya e-postayê hat şandin.   Nameya ku binê wê hat îmzekirin û ji parlamenterên AKP'ê re hat şandin wiha ye:   "Parlamenterên  Partiya Edaletê û Pêşveçûnê,    Em welatiyên ku li jêrê îmzeya wan heye, ji ber erka ku di destê me de ye û berpirsiyariya ku me girtiyê sermilên xwe em li ser navê bi milyonan kesî bang li we dikin.   Em li welatê xwe şer naxwazin, aştî û aramiyê dixwazin.  Ji bo ku sînorên me bên parastin û em pirsgirêka bekayê nejîn divê ku em dostanî û cîrantiyeke baş bikin. Em dibêjin ku bila ewlehiya me ne bi milyarên ku ji bo çekan tên serfkirin, bi qetilkirina kesên ciwan û şerê ku bi hezaran malbatan ji ser axa wan bike bê girtin, em dibêjin ku bila ewlehiya me bi muzakereyên ku di navbera aliyan de bên kirin û bi hevkariyê bê girtin. Em ji tecrûbeyên xwe jî dizanin ku ev pêkan e.    Delwtên biyanî Rojihalata Navîn kirine dojeha şerê wekaletêan û hebûna wan a li wê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Daxwaza tevlibûnê ya tevlikirina welatê me ya nava wê dojehê wê tenê welatê me ber bi kerastê ve bibe û wê bibe sedema windahiyên mezin ên civakî, siyasî, aborî û mirovî.   Em bi  berpirsiyarî û nasnameya xwe ya welatîbûnê, li pêş gelê xwe û dîorkê we erkdaran hişyar dikin, em wwe vedixwînin hestiyariyê û dibêjin ku vî şerî demildest rawestînin û pirsgirêkê bi riya diyalogê çareser bikin.    Bi rêzdarî"   Kesên îmze avêtin bin nameyê wiha ne: “Abdullah Demirbaş, Fatma Bostan Unsal, Nimet Tanrikulu, Abdulbaki Erdogmuş, Ferhat Tunç, Nimet Yardımcı, Ahmet Aykaç, Fethiye Çetin, Nur Bekata Mardin, Ahmet Faruk Unsal, Fidan Eroglu, Nurcan Baysal, Ahmet Însel, Fikret Unlu, Nurhan Keeler, Ahmet Ozdemir Aktan, Fusun Ertug, Nurten Ertugrul, Ahmet Tonak, Genco Erkal, Olga Hunler, Akin Birdal, Gençay Gursoy, Onur Hamzaoglu, Ali Bilge, Gonca Gul Gedikoglu, Orhan Alkaya, Ali Haydar Konca, Gonul Saray, Orhan Silier, Ali Uçansu, Gulriz Sururi, Oya Baydar, Arzu Başaran, Gulseren Onanç, Omer Faruk Gergerlioglu, Aslihan Karabacak Calviello, Gulten Kaya, Omer Laçiner, Aydin Arı, Gurhan Ertur, Omer Madra, Aydın Selcen, Hacer Ansal, Ozgun E. Bulut, Aynur Özugurlu, Halil Ergun, Ozgur Muftuoglu, Ayşe Erzan, Hasan Cemal, Pinar Kiliçer, Ayşe Hur, Hasip Kaplan, Rakel Dink, Ayşe Nur Doksat, Hidir Işik, Rifat Yuzbaşioglu, Ayşegul Devecioglu, Huda Kaya, Salman Kaya, Ayten Yildirim, Hurriyet Karadeniz, Savaş Demirci, Bahattin Yucel, Husamettin Cindoruk, Sefa Feza Arslan, Baki Tezcan, Huseyin Ayrılmaz, Sema Kaygusuz, Baskın Oran, Husnu Okçuoglu, Semih Bilgen, Belgin Koç, Îhsan Eliaçık, Semih Gumuş, Beyza Ustun, Kivanç Ersoy, Semra Somersan, Binnaz Toprak, Kumru Toktamış, Serhat Baysan, Burhan Sonmez, Kuvvet Lordoglu, Servet Demir, Bulent Utku, Lale Mansur, Simten Coşar, Celal Korkut Yildirim, Lati Akyuz, Suavi, Celalettin Can, Levent Tuzel, Suna Uluçınar Aygun, Cem Mansur, Mebuse Tekay, Suleyman Çelebi, Cem Ozatalay, Mehmet Rasgelener, Şahika Yuksel, Cengiz Arin, Mehmet Rauf Sandalci, Şanar Yurdatapan, Ceren Şengul, Melehat Kutun, Şebnem Korur Fincanci, Cihangir İslam, Melek Taylan, Tahsin Yeşildere, Defne Asal, Meral Camci, Taner Akçam, Denîz Turkali, Meryem Koray, Tarhan Erdem, Deniz Yonucu, Mete Çetik, Tarik Ziya Ekinci, Dilek Gokçîn, Mine Gencel Bek, Tatyos Bebek, Ece Temelkuran, Muammer Keskin, Tebesssum Yılmaz, Ekrem Baran, Muhammed Salar, Tilbe Saran, Elif Sandal Onal, Murat Belge, Tuna Altinel, Emine Uşakligil, Murat Çeyişakar, Tumay Îmre,  Engin Sustam, Murat Morova, Ufuk Uras, Erdal Kalkan, Mustafa Altıntop, Umît Kıvanç, Erdogan Aydin, Mustafa Paçal, Umit Ozgumuş, Erol Katırcıoglu, Muzaffer Kaya, Viki Çiprut, Ersin Salman, Nadire Mater, Yakın Erturk, Ertugrul Gunay, Nalan Erbîl, Yasemin Bektaş, Ertugrul Mavioglu, Nazan Aksoy, Zehra Kabasakal Arat, Ertuğrul Yalçinbayır, Nazar Buyum, Zelal Ekinci,  Esra Arsan, Necmiye Alpay, Zeynep Oral, Esra Mungan, Nesrin Nas,  Zeynep Tanbay, Eşref Erdem, Nesteren Davutoglu, Zişan Kurum, Fadıl Ozturk, Neşe Erdilek, Ziya Halis, Fadime Gok, Neşe Yaşin, Zulfu Livaneli, Fahrettin Daglı, Nil Mutluer.”