Li Efrînê ambûlansa Heyva Sor a Kurd hat derbkirin 2018-01-24 12:21:25   EFRÎN - Di encama topebarana TSK a li ser Efrînê de li Cindirisê ambûlansa Heyva Sor a Kurd hat derbkirin. Her wiha hat hînbûn ku êrîşî Bendava Efrînê jî hatiye kirin.   Erîşa "Zeytîn Dali" a ku Hêzên Çekdar ê Tirk(TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) li ser Efrînê dikin ket roja 5'emîn. Di encama êrîşan de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û êrîşa hewayî ya TSK'yê berdewam dike. Li gor agahiyên herêmî li Cindirisê ambûlansa Heyva Sor a Kurd û Bendava Efrînê hatin derbkirin. Derbarê kesekî jiyana xwe ji dest daye yan nedaye agahî nehat girtin.