‘Ez naxwazim zarokên min wan cilan li xwe bikin’ 2018-01-24 09:19:39   STENBOL - Zeynep Calihan a du keçên wê di girtîgehê de ne li dijî pêkanîna cilên yekreng banga ‘yekîtiyê’ li malbatan kir. Zeynebê bi lêv kir ku wê piştgiriyê bide berxwedana girtiyan û got: “Ez naxwazim zarokên min wan cilan li xwe bikin.”   Bertekên li dijî pêkanîna cilên yekreng a bi KHK’ê bû kanûn û li girtîgehan wê bikeve meriyetê, zêde dibin. Girtiyan diyar kirin ku wê  mehekê dernekevin hevdîtina vekirî. Malbatên piştgirî dan berxwedana malbatan  di nokteya ku pêkanîn şûnde bê kişandin de bi israr in.  Zeynep Calihan ku du keçên wê girtî ne diyar kir ku wê li dijî pêkanînê bisekinin û berxwe bidin.   ‘Zarokên min wê wan cilan li xwe nekin’   Zeynebê di berdewamiyê de destnîşan kir ku çûye hevdîtina keça xwe ya li girtîgeha Şakranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min li dijî pêkanîna cilên yekreng di nobetê de bû. Girtî ji ber vê pêkanînên ku dibe heman cilan lê bikin ranazên. Helwesta keça min û hemû girtiyan ya li dijî cilên yekreng zelal e.  Keça min dibêje ‘em teqez li xwe nakin û wê berxwe bidin. Bedel çi dibe bila bibe em qebûl nakin.’ Ez jî vê ferzkirinê qebûl nakim. Ez naxwazim zarokên min wan cilan li xwe bikin.”   ‘Em heta sibehê ranazên’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê li dijî pêkanîna cilên yekreng heta dawî têbikoşin û got ew ji ber îşkenceyê û pêkanînên xerab ên li girtîgehê bi fikar in. Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em qet ne rehet in. Em heta sibehê ranazên. Em nikarin li malê xwe bisekinin. Em ji ber zarokên xwe bi fikar in. Ev ferzkirina polîtîkaya teslîmgirtinê ye. Desthilatdarî bêyî xwe reng, deng û gotinê naxwaze. Dibêjin ‘em bêjin çi wê wisa be’. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin.”