Li dijî êrîşan banga tevgerê: Efrîn axa Efrîniyan e 2018-01-24 09:16:15   WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku  êrîşên li dijî Efrînê li dijî îradeya hevpar a gelan e û got: “Axa Efrînê ya Efrîniyan e. Fazîşm careke din li dijî Kurdan pêk hatiye. Em bang li hemû aliyan dikin ku li dijî êrîşê bikevin nav tevgerê.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ket roja 5’an. Heta niha li gorî daneyên ne fermî 24 sivîl hatine qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Li her çar aliyê cîhanê êrîş tên protestokirin û li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî êrîş tên protestokirin. Li Wanê jî jinan bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê dan û diyar kirin ku ev êrîş nayên qebûlkirin. Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak wiha got: “Êrîşa li dijî Efrînê  êrîşa li dijî jiyana hevpar e.  Li wir ne tenê gelê Kurd, Tirkmen, Ereb û gelên din jî dijîn. Êrîşên li dijî jiyana hevpar tu car nayên qebûlkirin.”   ‘Faşîzm li dijî Kurdan dîsa bû yek’   Yadîşenê bi lêv kir ku aliyê di şer de qezenc bike tune û ev tişt vegot: “Ev çar roj in di êrîşan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Ji bo kesên din nemirin divê demildest êrîş bi dawî bin. Dema mijar dibin Kurd CHP dibe AKP'ê. Di rewşa normal de ku AKP, MHP û CHP tehemulê hev nakin di van rojan de dem dibînin ku di dijminahiya Kurdan de û faşîzmê de dibin yek.  Helwesta me HDP’ê li dijî şer zelal e.  Şer wê Tirkiyeyê 20 salan şûnde bibe. Divê di serî jin û hemû kesên xwedî wijdan li dijî şer bibin yek.”   ‘Axa Efrînê ya Efriniyan e’   Rêveberiya DBP’a Îpekyolê Behîce Abî jî bang li malbatên leşkeran kir û wiha got:  “Zarokên parlamenterên AKP’ê li wan eniyan şer nakin. Dîsa zarokên kesên xizan şer dikin. Di vî şerî de yên herî zêde canê wan dişewite dayik in. Ez bang li jinan dikim. Zarokên xwe neşînin şer. Bertekên xwe nîşan bidin. Tehemula me ji bo mirinan nemaye. Ji duh de ye ji 20’î zêdetir kes mirin. Yên mirin jî sivîl bûn.”   ‘Êrîş li dijî qezencên jinan e’   Behîceyê bi lêv kir ku Efrîn axa Efriniyan e û wiha berdewam kir: “Mafê tu kesî tune bi tank û topan bikevin hundir. Çeteyên DAÎŞ’ê dema jin dîl girtin û firotin, li ser wê axê bi têkoşîna jinê qezencên mezin hatin bidestxistin.  Bi vê qezencê re tu êrîş nayê qebûlkirin.”   Hanîfe Guzel jî destnîşan kir ku gelên li herêma Efrînê dijîn ji bajarên din koçî Efrînê kiribûn û wiha got: “Ji bo kesî qezenca şer tune. Divê ev êrîş demildest bên sekinandin. Ev ne tenê Efrînê hemû welatên Rojhilata Navîn dike şer. Ez DYA û Rûsyayê şermezar dikim. Ji bo piştgirî dane şer û li dijî mirinan bêdeng mane. Em hesretiya aştiyê ne. Jixwe em bi krîzek aborî re rû bi rû ne. Ev êrîş wê dîsa bandorê li ser aboriyê bike.”