17 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2018-01-23 14:37:52   EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrnê di roja 4'emîn de berdewam dikin cenazeyê 3 jê sivîl û 14 jê şervanên QSD'ê bi giştî 17 cenaze hatin definkirin.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrnê di roja 4'emîn de berdewam dikin. 14 şervanên QSD'ê û 3 sîvîlên ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan ji nexweşxaneya Avrînê hatin girtin.    Di dema rêkirina cenazeyan de Berpirsiyara Dîpolmasiya Kongreya Star Fatma Lekto axivî û got; "Em îro li ser axa bajarê Arîn Mîrkan in. Bi ruhê wê îro bi hezaran Arîn li ser vê axê li ber xwe didin."   Endama Tev - Demê Asiyê Abdullah ya ku li derketina Efrînê axivî jî wiha got;"Em ê heta dawiyê li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe bidin û em dest ji axa Efrnînê bernadin. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin û wan vedixwînin ji bo ku bên bibînin bê ka li vir çi diqewime."    Piştî axaftinan 17 cenaze li Şehîdgeha Metînayê hatin definkirin.