Ji yên mîrateya Rosayê girtin rêxistinek nû: Wekhevî 2018-01-23 09:29:42   Habîbe Eren   ENQERE - Jinên SEP’ê diyar kirin ku ew şopdarên Rosa Luxemburg in  û  qadeke rêxistinbûnê ya nû ku navê ‘Wekehevî’ lê kirin avakirin.  Derya Koca diyar kir ku ew jiyana xwe, ne ji bo rejîma yek mêrî û ne jî ji bo pergalê feda dikin û bang li hemû jinan kir ku bi ‘wekheviyê’ re dakevin kolanan.   Jinên Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP)  rêxistineke nû ya bi navê ‘Wekhevî’ ava kirin.  Wekhevî ya armanc dike ku keda jinê bê dîtin û êrîşa li dijî jinan di rojevê de bê girtin, niha li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Trabzon, Denîzlî û Samsunê xebatan dimeşîne. Endama SEP’ê Derya Koca bi lêv kir ku bi şîara ‘jin biçin eniya pêş’ dest bi xebatan kirine û got ‘Wekhevî’ hemû jinan vexwendiyê kolanan dike.   ‘Peywirek girîng dikeve ser milê sosyalîstan’   Deryayê dsetnîşan kir ku sedema derketina wan ya di demeke wisa de rojevên tûnd yên li Tirkiyeyê ne û got AKP hewl dide civaka muxalefet biçewisîne, lê nikarin berxwedana jinan bişikînin. Deryayê ev tişt anî ziman: “Jinên cîhanê di alî qezenca têkoşînê de di demek girîn de derbas dibin. Li dijî êrîşên li hemberî jinan zêde dibin peywirek girîng dikeve ser milê  sosyalîstan.   ‘Dîroka berxwedana me bi kok e’   Deryayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li gorî tevgerên jinan yên cîhanê tevgera jinan a Tirkiyeyê nû ye û ev tişt anî ziman: “Em di vî alî de pisgirêkan bijîn jî divê neyê jibîrkirin ku dîroka berxwedanek me ya xurt û bi kok heye. Ev kevneşopiya têkoşînê li dijî êrîşên li hemberî jiyana jinan, xetên kampanyayên cidî û têkoşîna hevpar ava dike. Di pêvajoya OHAL’ê ku li ti derê çalakî pêk nedihatin, jin li dijî qanûna miftitiyê derketin kolanan. Em wek jin ji bo pêşî li têkoşîna civakî û berxwedanê bê vekirin divê pêşengiyê bikin.”   Şopdarên Rosayê…   Deryayê behsa navê ‘Wekhevî’ kir û diyar kir ku ji ber ji perspektîfa civakî xwedî dibin ev nav hilbijartine û  armanca Wekheviyê wiha vegot: “Wekhevî, berxwedana li dijî polîtÎkayên rejîm û desthilatdariyê hedef dike.  Krîza em îro dijîn her çiqas ji pergala kapîtalîst pêk bê jî, sedema ku evqas girane rejîm bi xwe ye.Em wek şopdarên Rosa Luxemburgê dibêjin ku divê di bin eniyek kedê ya hevpar de bibin yek.”