‘Ev polîtîqayên qirêj ên dewlewleta tirk in’ 2018-01-23 09:19:03   AMED - Jinan êrîşên li dijî şermezar kirin û gotin ku ev polîtîqayên qirêj ên  dewleta tirk in û anîn ziman ku ev polîtîqayên qirêj nayên qebûlkirin.   Êrîşên Hezên Çekdar  ên Tirkiyeyê (TSK)  û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên hewayî û bejahî li ser Efrînê berdewam dikin. Di encama êrîşan de gelek weslatiyên Efrînê jiyana xwe dest dan û gelek ji wan jî birîndarbûn. Rêvebira Navenda HDP'ê ya Amedê  Suzan Îşbîlîr got ku ev 4 roj e dewleta tirk berê xwe daye Efrînê li wir şerek daye dest pê kirin û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk şerê faşîzmê wekî şerê azadiyê nişan dide. Hewldana dagirkirinê jî wekî şaxê zeytûnê nîşan dide. Me faşîzm di demên derbasbûyê de di pirtûkan de xwend. Em gelê kurd û HDP vê hewldana dagirkirinê ya Erdogan a Efrînê qebûl nakin. Ev polîtîkayên qirêj ên dewlta tirk in”   ‘Em li dijê vê êrişê bêdeng namînin’   Hevseroka Navenda DBP'ê ya Amedê Naşîde Toprak jî anî zîman ku êrişên li dijî Efrînê tên kirin, operasyona qirkirinê ya li dijî kurdan e û wiha got: “Hêzên navneteweyî hatin gel hev û li ser gelê kurd polîtîqayên qirêj pêş xistin. Lê belê gelê kurd van polîtîqayên wan ên qirêj qebûl nake. Çi dibe bila bibe gelê kurd wê têbikoşe. Li çar parçeyên Kurdistanê tu kurd wê hewldanê qebûl nekin. Em ê gelê kurd li her deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser piyan bin. Em ê li dijê vê êrişê bêdeng nebînin û dengê xwe  bigihînin cihanê.”   'Em  van hovan nas dikin'   Xizma kesê winda Îffet Tekdag ku bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da got ku dewleta tirk bi hovîtiya xwe tê naskirin, anî ziman ku çi karê wî li bajarên kesên din heye û ev tişt got: “Ev der ne cihê wan e û ev welat jî yê wan nîne. Xwîna zarokên me rijiya li ser vê axê. Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê zarokên me şer kirin. Îro  çima deng ji Amerîqayê û Rûsyayê dernayê, ew li kuderê ne. Ew hemû bûne dijminê gelê kurd û deng ji wan nayê. Ma em ê qet rojên xweş nebînin. Xwedê em kurd  ji bo êş û kulan dane. Li dijî êrîşa ku li ser gelê kurd li Efrînê tê kirin divê em hemû rabin ser piyan û bêdeng nemînin. Bila hemû gelê kurd dengê xwe bilind bike.”   'Em Efrînê nadin'    Jina bi navê Muşeeher Ulker jî anî ziman ku wê hemû gelê kurd xwedî li YPG û YPJ’ê derbikeve û bang kir ku tu kes di malên xwe de rûnenê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em çavên xwe digirin ew dibêjin ku ew ji me ditirsin. Erdogan dibêje ku wê hêza min wan biqedîne. Lê belê em jî dibêjin ku wê hêza te nikaribe me kurdan biqedîne. Berovajî wê Erdogan biqede. Gelê me yê kurd bi salane çawa li dijî êrişan têkoşiya û li ber xwe da wê îro jî ji bo bajarê Efrînê têbikoşe. Hetanî ku em jî hebin em ê piştgiriyê bidin ciwanan û em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Ciwanên çar parçeyên Kudistanê li Efrînê ne û li ber xwe didin. Em ê Efrînê nedin. Efrîn ji bo Erdogan û hevkarên wî wê bibe goristan.”