Yekîtiya Ciwanên Kobanê: Em ê Efrînê ji dil û can biparêzin 2018-01-22 17:04:01   KOBANÊ - Yekîtiya Ciwanên Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek çapemenî da û daxwiyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê Efrînê ji dil û can biparêzin û jinên ciwan amede ne ku tevlî berxwedana Efrînê bibin".     Yekîtiya Ciwanên Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek çapemenî da û diyar kirin ku dê li dijî vê yekê berxwedanek bê hempa bê dayin. Daxuyanî ji aliyê endamên jinên ciwan ve hat hat dayîn.    Di daxwiyaniyê de hat gotin ku wê dîroka bi rihê Kobanê car din dubare bibe û wiha berdewam kir:"Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û teknolojiya xwe dixwaze têkeve Efrînê. Lê belê li hemberî vê êrişê berxwedana mezin jî ji hêla YPG-YPJ  û  bi hemû gelê xwe derdikeve holê. Wê dîroka bi rihê Kobanê car din dubare bibe û wê Efrîn bibe dawiya faşizma Tirk. Em wekî ciwanên Kobanê me çek û rextên xwe girê daye û em ameda ne tevlî berxwedana Efînê bibin. Em bangî hemû ciwanan dikin ku bi rihê sefeberiyê werin tevlî berxwedana rûmetê bibin. Dem ne dema bêdengiyê ye. Çawa ciwananli Bakur tirsek mezin xistibe dilê faşîst û dagirkeran gerek li Efrînê jî ji bo dijmin bibe tirs û xofek mezin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.