Li dijî biryara kincên yekreng kampanya 2018-01-22 16:46:49   STENBOL - Koordînasyona Li Dijî Kincên Yekreng (TTE), ji bo birya derbarê kincên yekreng bi dawî bibe kampanya da destpêkirin.   Hikumeta AKP'ê bi KHK'a  hejmara 696'an kincên yekreng li ser girtiyan ferz kir, Koordînasyona Li Dijî Kincên Yekreng (TTE),  ji bo pêkanîna kincên yekreng bên betalkirin kampanya da destpêkirin. Kampanyaya li ser "Change.org" bi sernavê "Kincên Yekreng (TTE) binpêkirina mafan e. Em qebûl nakin" hat destpekirin wê ji Serokomar, Serokwezîr, Lijneya Wezîran, Serokê TBMM'ê, Wezîrê Edaletê û Miduryeta Giştî ya Girtîgehan re îmzeyên ku hatine berhevkirin bişînin.   Hat gotin kincên yekreng ên tên xwestin li girtiyan bikin, nasnameya girtiyan binpê dike, wan ji kesayetiya wan dûr dixin û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: "Ev pêkanîneke derveyî mirovahiyê ye, ev muameleya xirab û îşkence ye. Hêj mirovên darizandina wan berdewam dike, wekî sûcdar tên dîtin û ev li dijî mafên mirovan e. Li gorî girtiyên siyasî cuda û li gorî girtiyên ji komên din cuda jî cudakariya qedexeyê ye. Em li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan derdikevin û pêkanîna TTE'yê qebûl nakin."   Hûn dikarin bi rêya vê navnîşanê piştgiriyê bidin kampanyayê: