'Dê Efrîn bibe qada serhildanê' 2018-01-22 12:46:29   Lîlav Elî   EFRÎN - Jinên navçeya Şerayê êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û gotin:"Efrînê têk neçe û dê bibe qada serhildanê."   Dewleta Tirk bi balafiran Efrînê bombebaran dike û her ku diçê êrîşên xwe zêdetir dike. Gelê Efrînê jî van êrîşana şermezar dikin û dibêjin heta dilopa xwîna me ya dawiyê em dev ji axa xwe bernadin.     Welatiya bi navê Zeyneb Elî êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got: "Ev 6 roj in dewleta AKP'ê êrîşên xwe yên hovane li herêma Efrînê û hemû gundewar û navçeyên Efrînê zêde kiriye. Dixwaze bi êrîşên xwe gelê Kurd têk bibe lê belê îradeya gelê Kurd her diçe li hember êrîşên dewleta AKP'ê xurtir dibe."   Her wiha Werdê Kur Hemdû êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Bila dewleta Tirk a dagirker baş zanibe ku jinên herêma Efrînê ji tang û topên wan natirse ji ber ku îradeya me ji êrîşên wan xwurtir e. Em ê ji bo axa xwe canê xwe feda bikin, ji ber ku ev axa ku em li ser dijîn bi hezaran şehîdên azadiyê li ser şer kirine û li berxwe dane."   Di heman demê de Emel Xelîl jî berteka xwe wiha nîşan da: "Ez bang li hemû Rêxistinên Mafê Mirovan dikim ku li hember dijmirovatiya dewleta Tirk  a dagirker ku li ser gelê Kurd pêk tîne bêdeng nemîne. Em ê jî wek jinên herêma Efrînê bi zarok û kalên xwe li beramberî dijmin şer bikin."   Ji aliyê din ve jî Fexriyê Hesen wiha got: "Bi berxwedana gelê Efrînê û bi taybet ya jinên ku bê navber li çeperan şer dikin, em ê bi ser bikevin û wê Tayyip Erdogan têk biçe."