Welatî û şervanên ku jiyana xwe ji dest dan dê îro li Efrînê bên definkirin 2018-01-22 12:22:44   EFRÎN - Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê ku ev sê roj in bi balafirên şer êrîş dikin de 28 sivîl birîndar bûn û 17 kesî jî jiyana xwe ji dest dan.   Di encama Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Di roja yekemîn de 15 sîvîl birîndar bûn  11 kesî jiyana xwe ji dest dan, di roja duyemîn de 13 kes  birîndar bû û  6 kesî jiyana xwe ji dest da. Îro wê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê bispêrin axa Efrîna pîroz.   Li navçeya Bilbilê û derdorê gundê Baliyayê şer giran e, artêşa tirk xwest ku sînorê Racoyê derbas bike. Li biniya  gundê Xelîl di navbera Hêzên YPG'ê û artêşa tirk de şer bi çekên giran didome.   Balafirên şer û yê keşfê li ser Efrînê, bi taybet jî li ser Racoyê û derdorê wê digerin.