Li dijî êrîşên li ser Efrînê meşa girseyî 2018-01-21 16:05:21   EFRÎN - Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Efrînê û gundên wê  gelê Efrînê derket kolanan û êrîşên hovane şermezar kirin.   Di bin diruşma "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na", Rêxistina Kongira star li navçeyê mabeta ya herêma Efrînê meşek li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê li dar xist.    Di meşa ku hat lidarxistin de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongira star, Partiya Yekîtiya Demokratîk,Tevgera Civaka Demokratîk û hemû şêniyên navçeyê mabeta amade bûn.   Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdula Ocelan û pankartên bi nivîsa"serkeftin ya me ye,Azadî ji bo Rêber Apo, "berxwedana gelê şoreşger wê pargela Erdogan ya dagirker hilweşîne" hilgirtin. Di meşê de dirûşmên " Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimire îxanet" hatin berzkirin.   Meş bi durûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Serkeftin ya me ye" bi dawî bû.