Li Kobanê Navenda hunerên destan hat vekirin 2018-01-21 11:45:43   KOBANÊ - Komîteya Aboriya Jinê bi armanca parastina çanda kurd û hûnera destên jinan, nevendek vekir.   Rêxstina Kongra Star li Kantona Kobanê navenda Şehîd Ezîze Kobanê ya hûnerên destên jinan bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de endamên Desteya jin, Kongra Star, Têkiliyên diplomasî ya Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan û Heyva Sor a Kurd amedebûn.   Merasîm bi axaftina Mamoste Ezîze Ismayîl dest pê kir. Ezîze vekirina navendê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Îro ji bo ku em çanda xwe ya dayîkê zindî bikin çanda hûnera destan, me pêwîstiya civakê bi cihekî wiha dît. Ji ber vê jî me ev navend vekir."   Piştî axaftinê deriyê navendê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Ehmed ve hate vekirin.