Berxwedana Arînan wê li Efrînê bibe serkeftina herî mezin 2018-01-21 10:45:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star derbarê êrîşên hewayî yên dewleta tirk li ser Efrînê  de diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî nirxê mirovahiye ye, li dijî jiyana azad ê, jina azad e û got  “Berxwedana Arînan wê li Efrînê bibe serkeftina herî mezin.”   Koordînasyona Kongra Star derbarê êrîşên hawayî yên dewleta tirk li dijî Efrînê daxuyaniyeke da û got ku dewleta dagirker ya tirk têkçûna  xwe ya herî mezin wê li hemberî rihê Arînan  li Êfrînê bijî û bi rûreşîya xwe bikeve rupelên dîrokê. Kongreya Star bang li hemû jinên li Rojava, Bakurê Suriyeyê kir ku bi rihekî seferberîye parastina Efrîne bikin.   Daxuyanî wiha ye:   “Dewleta tirk a dagirker ji dîroka desthilatdariya xwe ya faşîzan heya niha ve,  hewl dide qirkirinek bi armanca tune û îmha kirina gelê Kurd û pêkhateyên Rojava, Bakurê Suriyeyê  pêk bîne. Her çiqas berxwedanî û vîna jin û gelan rê ji wî ya re nedabe jî, ‘wek pehlîwana ku tu car ji binketinê nawestê’ li dijî jiyana azad a gelan, ji Kobanê heya Reqa dev jî êrîşên xwe ya hovane bernadaye û xuyaye ku ji binketinê têr nebuye. Lê belê wê dewleta dagirker ya Tirk binketina xwe ya herî mezin jî li hemberî rihê Arînan  li Êfrînê jiyan bike û bi rûreşîya xwe bikeve rupelên dîrokê.   Dewleteke ku rojanê her cure zext, işkence, tundî, kuştin li dijî jin û civakan pêk tînê, dewleta ku ser tecawuzkirina bi sedan zarokan digre, bi hemû hetîketî û kirêjiya xwe îro êrîşê kantona Efrînê, kantona ku pêkhateyên federasyona Sûriyeya Demokratîk ku dixwazin di nav aşitî û aramî de ji bo jiyanek azad û demokratîk bihev re bijîn dike.   Dewleta faşîst û dagirker a tirk li ber çavê hemû sazî û rêxistinên navneteweyî, bi tevlîbûna sedan çeteyên DAİŞ’ê ku ji berxwedaniya hêzên QSD, YPG Û YPJ de tirsiyan û ji aliyê Minbic, Reqa û hwd. din de ber bi hemêza dewleta tirk de reviya bun li dijî Efrînê dest bi  êrîşêke dij mirovî dij qanûnî kir. Ev jî durutiya dewlet netewan carek din radixe ber çawan.   Em wek Koordînasyona Kongra Star berxwedana pêkhateyên Efrînê silav dikin û bejna xwe di serî de li beramberî Şêhîdên berxwedana Efrînê û hemû Şêhîdên şoreşê ditewînin. Herwiha em jî birîndaran re şîfaya lezgin dixwazin.   Em bi taybet bêdengîya netewên yekbûyî, dewletên navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û dibêjin ku tavile divê helwesta xwe nîşan bikin û pêşîya dewleta tirk bigrin. Wek Koordînasyona Kongra Star em bang li hemu jin û gelên demokrat û azadîxwaz yên cîhanê dikin û dibêjin xwedî li nirxên şoreşa gelan derbikevin. Divê em destkeftiyên mirovahî xwedî derbikevin û çawa ku ji bo Kobanê rabûn îro jî ji bo Êfrînê dakevin qadan. Em dewleta faşîst a tirk û dewletên ku piştgirîya xwe didin wê êrîşa qirêj bi tundî şermezar dikin û di serî de bang ji hemû jin û ciwanan dikin da ku xwedî li Efrînê derkevin. Divê hemû jinên li Rojava, bakurê Sûriyeyê bi rihekî seferberîye parastina Efrîne bikin. Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî nirxê mirovahiye ye, êrîşa li dijî jiyana azad ê, jina azad e.”