‘Em bang li rayagiştî dikin ku deng bidin Efrînê’ 2018-01-21 09:02:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanê êrîşa dagirkirinê ya AKP-MHP û Artêşa Azad a Sûriyeyê li dijî Efrînê pêk tîne da û bang li hemû raya giştî, kesên li dijî şer kir ku êrîşê protesto bikin û deng bidin Efrînê.   Bertekên li dijî êrîşa ku AKP-MHP û OSO’yê li dijî Efrînê dane destpêkirin didomin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu  diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê tenê ji bo beka qesrê pêk hatiye û got: “Ti aliyê hiqûqî li ber çavan nehatine girtin, hiqûqa şer hatiye binpêkirin. Em vê ti car qebûl nakin.”   ‘Hewl didin îhtîmala şer ji holê rabikin’   Fîlîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku AKP’ê wek her tiştî hundirê aştiyê jî vala kiriye û ev tişt got: “Li hemberi herêmeke ku DAÎŞ jê ji holê hatiye rakirin, êrîş pêk anîn tê wateya ku îhtîmala şer ji holê rakirine.  AKP niha di rewşa panîk û înfîalê de ye. Tirkiye di her alî de dirize.  Îstîsmara zarokan, xizanî, nîjadperestî, cudadîtin. Em van hemûyan dibînin.  Desthilatdarî dibêje qey wê wisa bidome.  Lê wisa naçe.”   Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de bangli hemû ragiştî, kesên dijberê şer kirin ku vê êrîşê protesto bikin û deng bidin Efrînê.   Femînîst nivîskar Ayşe Duzkanê jî wiha got: “Hincetên hikûmetê bi ti awayî mudaxaleya li dijî Efrînê mafdar nake.Ger ji  Efrîn an jî Suriyeyê ji cihekî ku Kurd zêde lê dijîn li dijî Tirkiyeyê mudaxale pêk bê û ev rast be û li ser vê şer pêk bê, ji bo hikûmeta Suriyeyê jî bi dehan carî mafê mudaxaleya li Tirkiyeyê çêbûye. Ji ber dozger û emniyetên Tirkiyeyê diyar kirin ku ji Tirkiyeyê DAIŞ û rêxistinên din derbasî Sûriyeyê bûye.”