Ibrahîm Xelîl: Tevî birîna xwe ez ê heta dawiyê li hember dewleta Tirk şer bikim 2018-01-20 22:10:18   Lîlav Elî-Ferîde Zede   EFRÎN - Di berdewamiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û Kantona Şehbayê hejmara birîndaran gihişt 10 kesan û her diçe hejmara birîndaran zêde dibe.   Di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û Kantona Şehbayê û hemû gundên li ser sînorê herêma Efrînê ku di seat 4'an de bi balafiran hatin topbarankirin, welatiyê bi navê Ibrahîm Xelîl ku di demê topbaranê de birîndar bûye axivî û wiha got: "Min di meqlê 'Kevirkanî' de kar dikir piştî çend deqe derbas bûn, dengê topan hat, piştire balafirên Tirkan li ser me geriya û sîvîl bombebaran kir. Gelek sivîl birîndar bûn, dewleta Tirk di bin navê îslamiyetê de êrîşî gelê Kurd dike, lê ya ku komên çeteyan wek DAÎŞ, Cebhet El Nusra derbasî nav bajaran kir dewleta Tirk bû."   Ibrahîm di dewama axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de dibêje ku ji bo bidawîbûna terorîstan êrîş dike, lê belê îro bi kiryarên xwe yên li ser gelê Kurd pêk tîne û alîkariya çeteyan dike tê îsbatkirin ku dewleta Tirk bi xwe xizmeta vê yekê dike. Dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe dest pê kir, Yekîneyên Parastina Gel YPG-YPJ’ê yekser bersiva wan dan û hiştin ku dewleta tirk paşde vegere û poşman bibe."   Di dawiyê de Ibrahîm Xelîl wiha got: "Çiqas dewleta Tirk êrîş bike û birîndarên me hebin, tucarî nikare gelê Kurd têk bibe û winda bike, em ê berxwedana xwe dewam bikin û gelê Kurd wê ji nû ve dîrokê binivîse."