Ji TEV-DEM’ê banga seferberiyê 2018-01-20 21:02:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Civaka Azad (TEV-DEM) li dijî êrişên li ser Efrînê banga seferberiyê kir.   Tevgera Civaka Azad (TEV-DEM) li dijî Êrişên li ser Efrînê daxwiyanî da û di serî de bang li Gelê Rojava û hemû Kurdistaniyan û li aliyên demokratan kir ku rabin ser piyan. TEV-DEM’ê bang li gelê herêma Cizîrê kir ku sibehê saet di 12:00’an de li Qada Jina Azad a Amûdê kom bibin.