'Efrîn kela berxwedanê ye' 2018-01-20 16:57:21   Dîlber Mihemed   SERÊ KANIYÊ - Jinên bajarê Serê Kaniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û wiha gotin:"Efrîn kela berxwedanê ye û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li axa xwe xwedî derkevin."    Kêlî bi kêlî dewleta Tirk gefê li herêma Efrînê dixwe û êrîşên xwe tundtir dike. Li beramberî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê gelê Efrînê û bi tevahî welatiyên Bakurê Sûriyeyê, riya berxwedanê hilbijartine û dibêjin ku ew ê tu caran dagirkeriya dewleta tirk qebûl nekin û heta dawiyê li berxwe bidin. Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Serê Kaniyê bertek li hember van êrîşana nîşan dan.    Endama Kongra Star Muna Yûsif wiha êrîşên dewleta Tirk şermezar kiri: " Berxwedana gelê Kurd ji dîroka xwe ya bi hêz tê û tu kes dê nikaribe vê hêzê bişikîne. Êrîşa li ser Efrînê ne tenê li ser gelê Kurd e, ji bo wê ez bang li tevahî gelan dikim ku li hember van êrîşan li berxwe bidin û piştgiriyê bidin Efrînê."   Berdevka Kongra Star Selwa Xetîb jî êrîşên ku li ser Efrînê tên kirin şermezar kir û wiha got: "Em weke jinên azadîxwez bi dil û can bi Efrînê re ne. Weke ku Tayyip Erdogan li Serê Kaniyê û Kobanê şikest, wê li Efrînê jî bişkê û ew ê nikaribe vîna gelê Kurd bişkîne."