Yekîtiya Rewşenbîrên li Herêma Cizîrê piştgiriya Efrînê kirin 2018-01-20 16:25:38   QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya berxwedana herêma Efrînê meşek li dar xistin û daxuyanî bi raya giştî re parve kirin.   Ji bo piştgiriya berxwedana Kantona Efrînê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê meşek li dar xistin. Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê û Yekîtiya Rewşenbîran tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê' û 'Nakeve nakeve tucar Efrîn nakeve' meş ji qada Şehîd Rûbar a Taxa Xerbî dest pê kir û heta qada Osman Sebrî berdewam kir.   Di dawiya meşê de daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Evîn Yûsif ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrîşî destkeftiyên Rojava dike û  li ber projeya Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dilerize û ditirse ku gelê Tirkiyeyê jî vê modelê ji xwe re bike mînak û bingeh.    Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    "Tirkiye ya ku xiyanet bi gelê Sûriyeyê re kir û ew li ber dilovaniya Rêjîma Esed hiştin, îro dîsa qaşo bi navê gelê Sûriyeyê, careke din dixwaze Efrîna şehîdan, Efrîna ku bi hezaran welatiyên derdorê himbêz kiriye û Efrîna aştîxwaz, bi alîkariya çeteyên mertala Firatê û bi bêdengiya Navnetewî dagir bike. Dewleta AKP'ê ya faşîst bi serkêşiya Erdoxan dixwaze dîsa bazaran li ser gelê Sûriyeyê bi dagirkirna Efrînê bike, lê belê Efrîn ne ya bazarê ye, Efrîn a Arîn Mîrkan, xwişka Kobanê, Serê Kaniyê û dilê Rojavayê Kurdistanê ye û ne bi tenê ye. Em wek Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê berxwedana Efrînê silav dikin û piştgiriya şervanên azadiyê û gelê xwe li Efrînê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê çiya û newal, bajar û gundên Efrîna Arîn Mîrkan dê bibin goristana faşîzma AKP'ê û çeteyên wê. Em bang li hemû kesên demokrat û mirovhez û civaka navnetewî dikin, her wiha bang li saziyên mafê mirovan û NY dikin ku bi erkê li hember faşîzma AKP'ê rabin, piştgirî û parastina Efrîna pîroz bikin. Her wiha em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê dikin ku qadên Rojava-Bakûrê Sûriyeyê wergerînin qadên xwepêşandanên mezin li dijî faşîzma Tayyip Erdogan."   Daxwiyanî bi dirûşmên "Bijî Efrîna berxwedêr", "Bijî hêzên azadiyê YPG/YPJ'ê û QSD'ê", "Mirin ji faşîzma Tirkiyeyê re" bi dawî bû.