Rojnameger Şerîfe Oruç sirgunî Girtîgeha Xarpêtê kirin 2018-01-20 14:29:34   MÊRDÎN - Rojnameger Şerîfe Oruç a ji 5’ê tîrmeha 2016’an vir ve girtî ye ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin. Oruç a di 17’ê çile de sewq kirin, nehat zanîn çima sewq kirine.    Li girtîgehan sewqa girtiyên siyasî dewam dike. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Şerîfe Oruç a ji 5’ê tîrmeha 2016’an ve girtî ye, di 17’ê çile de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgha Tîpa T a Xarpêtê hat kirin. Sedemê sewqkirina Şerîfe nehat zanîn û hat hînbûn ku ew li gel girtiyek jin sewqî Xarpêtê hatine kirin.    Rojnameger Şerîfe li Êlihê hatibû girtin. Şerîfe beriya Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtî bû.    Malbata Şerîfe ragihand ku bi riya girtiyên din a hevdîtina têlefonê hîn bûne ku Şerîfeyê hatiye sewqkirin. Malbatê got ku roja çarşemê êvarê wê sewqî Xarpêtê kirine û ev du roj e agahî jê negirtine û sedema sewqê jî ji wan re nehatiye ragihandin.