'Efrînê dê bi berxwedana xwe li cîhanê deng vede' 2018-01-20 14:23:16   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   EFRÎN - Jinên Herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Efrînê bertek nîşan dan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Çiqas dewleta Tirk êrîş bike, wê vîna gelê Kurd xurtir bibe, wê bi îradeya gelê herêma Efrînê planên dewleta Tirk hemû têk biçin."   Jinên Herêma Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê bertek û helwesta xwe nîşan dan û gotin ku ew ê tu carî êrîşên Tirkiyê qebûl nekin û planên wan vala derxin.   Emîne Xidrû ya ji Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir û wiha got: "Em hemû pêkhate bi gelê Kurd re ne, em tu carî ji tanq û topên dewleta Tirk a dagirker natirsin, ji ber ku îradeya me ji êrîşên dewleta tirk bihêztir e. Ev 7 sal in gelê Kurd berxwe dide û wê heta dawiyê berxwedana xwe dewam bike, ji ber ku li ser fikr û felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan dimeşe."   Her wiha welatiya bi navê Emel Ebdo jî derbarê êrîşên li ser Efrînê  got ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî herêma Efrînê dike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane dixwaze îradeya me bişkîne, lê ew çiqas êrîş bike hêza me wê xurtir bibe û ger destdirêjiyê li ser axa Efrînê bike, em ê Efrînê bikin gora dewleta AKP'ê û Efrînê dê bi berxwedana xwe li cîhanê deng vede."   Di heman demê de Endama Tevgera Kevana Zêrîn Nazliyê Xemîs jî wiha êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku em tu carî ji top û tivingên wan natirsin, ji ber ku her sê hêzên gelê Kurd YPG-YPJ'ê û QSD'ê li pişta me ye û heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê axa xwe biparêzin."   Ji aliyê din ve Medîne Muhemed kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk wê li hember berxwedan û îradeya gelê Kurd dîn û lal bibe."