'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina azadiya gelê kurd e' 2018-01-20 09:19:40   Zeynep Turgut   WAN - Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan her ku roj diçe giran dibe û li dijî vê tecrîdê  bertek û nerazîbûnên jinan jî berdewam dikin. Jinên Geverê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan binpêkirina azadiya gelê kurd e.    Li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan girankirina tecrîdê her roj zêdetir dibe û bi tu awayî ne ji parêzeran re ne jî ji malbatê re destûr nayê dayîn ku hevdîtin pêk bê. Li hemberî girankirina tecrîdê bertekên jinan jî her roj zêdetir dibin. Jinên Geverê jî anîn ziman ku ew ê tecrît qebûl nekin.    ‘Birêz Abdullah Ocalan serokekî neteweyî ye’   Dayika bi navê Gulê Polat bi lêv kir ku girankirina tecrîdê bi tu awayî nayê qebûlkirin û got ku divê li hemberî tecrîdê gel bêdeng nemîne û wiha axivi;”Tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdullah Ocan nayê qebûlkirin. Ez vê tecrîdê şermezar dikim. Divê serokê me ji nav çar diwaran de derbixînin. Ev 20 sale ku serokê me di girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Kîjan hiqûq dibêje bila kesê  girtî di dadgehan de neyê darizandin. Ger ku hiqûq bihat bicihanîn wê  serokê me di dadgehan bihata darizandin. Ji parastina serokê me ditirsin. Ji ber wê dernaxînin hevdîtinan. Birêz Ocalan serokekî neteweyî ye. Li tu deverên cihanê bîrdoziyeke mîna bîrdoziya birêz Ocalan nehatiye peydakirin û nehatiye dîtin. Çawa ku girtina birêz Ocalan bi komploya hêzên desthilatdar pêk hatî be, girankirina tecrîdê jî bi deste heman kesan pêk tê. Em vê yekê qebûl nakîn. Azadiya Rêbar Apo azadiya gelan e.”   'Girankirina tecrîdê ferzkirina bindestiyê ye'   Emîne Atak jî anî ziman ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tê wateya qebûlkirina jiyaneke bindest û bang li hemû jinan kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û wiha got;”Ez girankirina tecrîda li ser Apo şermezar dikim. Serokê me ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên rojhililata navîn ronahî û siberoj e. Birêz Ocalan her tişt bi nirx û bi şîrovên xwe yên balkêş bi watetir kiriye. Di şexsê birêz Ocalan de afirineriya zanistiyeke nû tê binpêkirin.Dixwazin ku bi girankirina tecrîtê re  me ji zanistî û bîrdoziya serok Apo dûr bixin. Pêwîste em lez û bez ji rêberê xwe agahî bistînîn. Pêdiviya kurdan û Rojhilata navîn bi birêz Abdulah  Ocalan heye. Em bi Rêberê xwe serbilindîn. Bila di demeke nêz de vê tecrîda li ser serokê me rakin. Ger ku serok azad nebe jin jî ne azad in. Serkeftin a me ye.”   ‘Azadiya Apo azadiya gelê kurd e’   Dayika bi navê Nizbet Ayhan jî daxuyand ku li gel azadbûna Rêberê PKK Abdullah Ocalan wê aşitî pêk bê û wiha domand:”Erdnîgariya me her roj bi xwînê tê avdan. Em dayik aşitî û azadiyê dixwazîn. Divê ev tecrîd bê rakirin. Mafê her girtîyekiye ku  bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Lê dewletê Abdullah Ocalan tecrît kiriye. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo ku êdî ev xwîe bisekine divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em dixwazîn êdî serokê me bê berdan. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e.”