Doza Nisêbînê di roja 5’emîn de ye: Xweseriya Demokratîk tê parastin 2018-01-20 09:21:02   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser şûnde ji 50 kesên hatin binçavkirin û girtin 23 kesî parastin kir. Girtiyan di parastinên kirin de gotin heta niha hemû îfadeyên dane de di bin îşkenceyê de dane û ne poşman in. Her wiha diyar kirin ku xweseriya demokratîk formulasyona jiyanê ya gelan e.   Li Nisêbînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser 17 jê zarok bi giştî darizandina 69 kesî didome. Doza di 9’ê Çileyê de hat dîtin û 17 zarok jê dihatin darizandin du rojan berdewam kiribû û taloqî 10’ê Nîsanê hatibû kirin. Doza ku 50 kes jê bi cezayê muebetê dihatin darizandin jî di roja 5’emîn de ye û duh 6 girtiyan parastin kirin. Rûniştin li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û ji ber hejmara girtiyan li avahiya Saziya Ewlehiya Civakî ligel dorpêça leşker û polîsan didome. Girtiyan di parastinên xwe de xwedî li berxwedana rêveberiyên xweser derketin û heyeta dadgehê ku nexwest darizan bibe rojev, nehiştin xizmên girtiyan û rojnameger bikevin salona rûniştinê. Tê payîn ku heyet roja çarşemê mutalayê bide. Girtiyan di parastinên kirin de gotin heta niha hemû îfadeyên dane de di bin îşkenceyê de dane û ne poşman in. Her wiha diyar kirin ku xweseriya demokratîk formulasyona jiyanê ya gelan e.   Heta niha 23 kesî parastin kir   Di roja 5’emîn de heta îro 23 kesî parastin kir.  Bi dehan parêzer tevlî runiştinê bûn û li ser îtîraza girtiyan  malbat û rojnameger girtin salona dadgehê.  Rojnamegerên qerta wan a zer hebûn girtin hundir û ji ber astengiyan dixwazin parastin jî di çapemeniyê de dernekevin.   50 girtiyên tên darizandin li girtîgeha Mêrdînê ne   Tê payîn roja çarşemê dozger mutalayê bide û roja pêncşemê jî biryarê bide.  Heyeta dadgehê daxwazên, hevdîtina parêzeran a muvekîlan re, dadgeh di Pergala Tora Bîlîşim a Daraza Netewî de (UYAP) bê qedykirin û kêmkirina hejmara leşkeran a di salonê de  red kir.    Destûra axaftina bi girtiyan re tune   Malbatên sibehê zû tên ber avahiya SGK’ê, ji ber sermayê agir pêxistin û  roja ewil nehiştin nêzî avahiyê jî bibin. Roja duyemîn kotaya hejmarê kêm kirin û piştî lêgerîn û kontrola nasnameyan malbat ketin salonê û destûr nedan ku malbat bi girtiyan re biaxivin.   Em ê berxwe bidin   Malbatên tevî hewaya sar li benda zarokên xwe disekinîn diyar dikin ku çi dibe bila bibe wê li cem zarokên xwe bin û got wê hem li dijî ceza û hem jî pêkanîna cilên yekreng berxwe bidin.   Polîsên li Nisêbînê jî girtin salonê   Hemû parastinên Kurdî hatin kirin jî derbasî qeydan kirin. Girtiyan di parastinên xwe de diyar kirin ku ji tu tiştî ne poşman in û  gotin her kesê îşkence li wan kirine wê hesab bidin. Di runiştinê de aliyekî din yê bal kişan ev bû ku polîsên di dema berxwedanê de li Nisêbînê bûn, girtibûn salona dadgehê.