Di çalakiya Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin 2018-01-19 14:46:58   ENQERE -  Çalakiya Kolana Yukselê di roja 437’an de berdewam kir. Polîsan mûdaxileyî çalakvanan kirin û 6 kes bi lêdanê binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 317’an û çalakiya karkerên cemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 437’an de berdewam kirin. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, êlekên nivîsa “Em karê xwe paşve dixwazin” li xwe kirin û li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên ku kolan dorpêç kiribûn, ji bo mudaxilekirinê kûçikên xwe jî amade kirin. Polîsan destûr nedan ku çalakvan derbasî Bîrdariya Mafê Mirovan bibin û daxuyanî bidin.      Çalakvanan çawa ku pankart vekirin, polîsan mudaxale kir û pankart çirandin, 6 kes jî binçav kirin. Polîsan bi darê zorê çalakvan kirin wesayîtan û di wesayîtê de jî çalakvanan dirûşme berz kirin. Piştî binçavkirinan polîsan heta demekê rêya çûyîn û hatinê ya kolanê ji raya giştî re girtin.