'Kincên yekreng' ji girtîgeha Amedê re hatin şandin 2018-01-19 13:04:27   AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê got; "Kincên yekreng ku di çarçoveya KHK'ê de hatin derxistin ji Girtîgeha Amedê re hatin şandin."   Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamîl Erkut Gure derbarê ferzkirina kincên yekreng ku piştî derxistina Biryarnameya di Hukmê Qnûnê (KHK) ya bi hejmar 696 li girtiyan hatin ferzkirin de daxuyanî da. Kamîl di daxuyaniya ku da de wiha got: "Kincên yekreng ku diçarçoveya KHK'ê de hatin ferzkriin ji Girtîgeha Amedê re hatin şandin. Ji bo ferzkirina wan a lixwekirina girtiyan em li benda dageriyê ne."