'Divê ji bo van zarokan tiştekî bikim' 2018-01-19 12:36:00   STENBOL - Îclal N. ya ku derxist holê qeydên derbarê 115 zarokên ku di encama îstîsmara zayendî de ducanî man ên li nexweşxaneyeke Stenbolê ji polîsan re nehatine ragihandin got; "Çi dibe bila bibe divê ku ji bo van zarokan tiştekî bikim."   Personela Nexweşxaneyê Îclal N. ya ku buyera 115 zarokên bi îstîsmara zayendî re rûbirû man ku qeydên derbarên wan de yên ji polîsan re nehatine ragigandin derxist holê axivî. Derketibû holê ku 115 zarokên di ecama îstîsmara zayendî de ducanî mane di nava 5 mehan de serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Qanunî Sutan Suleyman a li Kuçukçekmeceya Stenbolê dane.  Zarokên ku temenê wan di bin 18 salî re ye ku 39 kes ji wan ji Sûriyeyê ne bi giştî 115 zark qeydên debrbarê wan de ji aliyê nexweşxaneyê ve hatin girtin hat aşkerakirin  ku ji polîsan re nehatiye ragihandin û personelek li nexweşxaneyê jî ji ber ku girtekên derbarê bûyerê de ji dozgeriyê re ragihandin û îstîsmara zayendî a li dijî zarokan derxist holê jî derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat şakerakirin ku cihê peywira wê du caran hatiye guhertin.   ' Min belge xwestin li nedan'   Li gorî nûçeya ku di ajansên nûçeyan de cih girt, Îclal N. ya ku îstîsmara zayendî derxist holê wiha gotiye; "Di 9'ê gulana 2017'an de min li Yekîneya Xizmetên Civakî dest bi kar kir. Buyer di serî de li ser hatina rapora zaroka 17 salî ku nivîsa agahdarkirina wê ya emniyetê ne amade bû derket holê.  Wê rojê min ji N.D. yê ku li şûna min nobedarbû belgeyên pêwist xwestin. Lê belge nedan min. Me ev rewş di girtekan de nivîsand û ji rêveberiya nexweşxaneyê re ragihand. Piştî wê bi demekê min mehên borî kontrol kirin û min xwest ku ez belgeyên kêm mane temîn bikim. Ji ber ku min li vê yekîneyê di 2017'an de dest bi peywirê kiribû, min serdema 1'ê çileya 2017 - 9'ê gulana 2017'an kontrol kirin. Min qet li li belgeyên 2016'an û beriya wê nenêrî."   'Bersîva daxwaznameyê nehat dayîn'    Îclal diyar kir ku di navbera 5 meh û 9 rojan de zarokên ducanî ku temenê wan di bin 18 salî re bû serî li nexweşxaneyê dan hejmara wan li dora 250 bû, ji van zarokan derbarê 115 zarokan de ji emniyetê re agahî nehat dayîn. Îclal ev agahî dan: "Li gel ku derbarê van 115 zarkan de ji emniyetê re agahî nehat dayîn li deftera polîsên protokolê yên nexewşxaneyê jî qeyda van zarokan tune ye. Tesbîta ku min kir min kir girtek û min ji alîgirê serbijîşik yê nexweşxaneyê A.A. re ragihand. Dîroka girtekê 12 hezîrana 2017'an e.  Lê ji bo vê girtekê tu tiştek nehat kirin. Herî dawî min bi daxwaznameyekê serlêdan kir. Li gel ku divê di navbera 15 rojan de bersîva daxwaznameya min bihata dayîn jî lê dîsa jî tu bersîv nehat dayîn. di 29'ê îlonê de ez çûm odyea serbijîşk A.A. û min bi devkî eqûbeta daxwaznameyê pirsî.  Piştî vê hevdîtinê bi 3 rojan cihê peywira min hat guhertin. Ez şandim Navenda Tenduristya Civakî ya li Sefakoyê. Piştî ku cihê peywira min hat guhertin ez bi parêzerê xwe re axivîm û min biryar da ku ez bûyerê ji dozgeriyê re ragihînim. Bi belgeyên li gel xwe min serî li dozgeriyê da . Piştî radestkirina belgeyan Serdozgerê Komarê yê Kuçukçekmeceyê di 3'yê cotmehê de îfadeya min jî girt."     Îclal wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gel ku ji bo van 115 zarokan li nexweşxaneyê cihekî ku min serî lê neda nema lê ya ku ji vê zerar dît jî ez bûm. Lê çi dibe bila bibe divê ji bo wan zarokan tiştekî ku min bikira hebûya."