Binevş Agal hat bibîranîn 2018-01-19 12:00:58   NAVENDA NÛÇEYAN - YJŞ'ê di 28'emîn salvegera Binevş Agal de bi peyama ku weşand ew bi bîr anî.   Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ), bi boneya 28'emîn salvegera Binevş Agal de peyamek weşand. Di peyamê de hat diyarkirin ku Binevşê di azadiya têkoşîna jinê de jina yekem ya Êzidî ye û wiha hat gotin:"Binevşê ji bo me jinên Êzidî di têkoşîna azadiya gelan de meşeke bi biryar rave dike."   'Em soza bicihanîna daxwazên wê nû dikin'   Di peyamê de herî dawî wiha hat gotin:"Di xêza têkoşînê de di serî de azadiya jinên Êzidî û hemû jin û gelan em ê bi dest bixin. Em ê di xêza Binevş Agal de bimeşin û soza mezinkirina serîhildan û bicihanîna daxwazên şehîdan nû bikin."