Karin Karakaşli: Piştî 19'ê Çileyê min 'pûsûlaya xwe' winda kir 2018-01-19 09:34:22   Evrim Kepenek    STENBOL - Nivîskar Karin Karakaşli diyar kir ku qetilkirina Derhênerê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink û rewşa welêt her roj 19'ê Çileyê tîne bîra wê.   Ji ser qetilkirian Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink 11 sal derbas bû. Hrant Dink bi xatirxwestina xwe ya li ber Rojnameya Agosê hêvî, aştî, jiyanek vekhev û azadî wekî mîrate hişt û bi gotinên xwe îro jî wekî kesekî rê nîşanî mirovan dide.     Tiştên ku Hrant li dû xwe hişt ne tenê gotin û nivîsên wî ne. Li ba hevsera wî Rakel, zarokên wî û neviyên wî yeka din jî heye. Ew jî wekî Hrant bi nivîsên xwe û nasnameyan xwe dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Ew heval û rêhevala Hrant nivîskar Karin Karakaşli ye.    Bi kelecan û bextewar...   Dema ku  Karinê di pêşbirka çîrokan a sala 1995'an a Pirtûkxaneya Gençlîkê xelat girt ê ku cara yekem lê geriya Hrant bû. Piştre Karin di rojnameyê de xebitî. Karin salên rojnameyê wekî dibistan û salên bi kelecan, bi hêvî, bextewar pênase dike.    'Nedihat bîra me ku em ê Hrant wenda bikin'   Ji bo Karin salên pîştê 2003'an wekî "Salên bi sî" derbas derbas bû. Di wê serdemê de zext û kampanyayên lînckirinê zêde bûbûn. Lê di wê serdemê de jî nedihat bîra Karinê ku dê Hrant wenda bikin.    Karinê wiha berdewam dike:"Birayên min tune bû lê min digot rojekê dayika min û bavên min bimirin ez tenê namînim ji ber ku li ba min Hrant hebû. Lê qet ez bîra mirian Hrant nedibûm. Piştî 19'ê Çileyê ji bo min serdemek bi dawî bû."   'Min pûsûlaya xwe winda kir'   Karinê diyar dike ku wê li gor sekna di jiyanê de ya Hrant Dink û perspektîfa wî xwe bi teşe kiriye û wiha got:"Piştî mirina Hrant min gor qey min pûsûlaya xwe wenda kiriye. Hîn jî wisa ye. Min dixwest wî îro tiştên ku ez dinivîsim û difikirim wî jî bidîta. Piştî çûyina wî li vî welatî serdemên hîn dijwar hat jiyandin. Jİ bo min her roj wekî 19'ê Çileyê ye."   'Terfiyên ku canê mirov distîne hat jiyandin'   Karinê wiha dawî li gotina xwe anî:"Di wê serdemê dê yên berpirs nehat girtin û terfiyên ku  canê mirov distîne hat jiyandin. Ev doza nîşan dide ku çawa ji heq û hiqûqê dûr hatiye xistin. Pîvana komkujiyan jî tiştên ku îro tê jiyîn rûyê wê yê din şanî me dide."