Jinên Sûrê di nobetê de ne: Em ê li dijî tacîzê parastina xwe ya cewherî bikin 2018-01-19 09:08:05   Şehrîban Aslan-Duygu Cînîvîz   AMED - Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê di meha dawî de 5 jin ji aliyê heman mêrî ve rastî tacîzê hatin. Jinan li dijî tacîzê li taxê dest bi nobetê kirin û gotin: “An wê mêrê tacîzkar bê girtin, an em ê nobetê bigirin û wî mêrî bigirin. Dema em bigirin jî em ê parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”   Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeyên derketina derve û pevçûnan her der bi nokteyên polîsan û qerekolan dorpêç kirin û her wiha fuhuş û bikaranîna hişbirê jî zêde bû. Polîsên ku mudaxaleyê bikaranîna hişbir û  kesên difroşin nakin, mêrê ku di meha dawî de 5 jin tacîz kir jî nagirin. Jinan li dijî mêrê ku di nava rojê de di navbera saetên 07.00 û 19.00’an de jinên bi tena serê xwe li derve ne tacîz dike, tedbîra xwe girtin. Jinên li dijî tacîza mêr nobeta xwe girtin, ji bo parastina cewherî jî amade ne.   ‘Em vê qebûl nakin’   Jina bi navê Yuksel Kirbaci ya li taxê rudine û yek ji jinên nobetê digire ye, got li dijî mêrê tacîzkar ketine nav tevgerê û got cezayê ku ji bo wî nayê dayîn wê jin bidinê û heta ew neyê girtin em ê nobetê bigirin. Yukselê ev tişt vegot: “Zarokên me hene. Sibehê zû diçin dibistanê. Piştre tên kolanê dilîzin. Ji ber vî tacîzkarî em zarokên xwe di hundir de heps bikin? Em vê qebûl nakin.”   Şukran Çelîk a ku nobetê digire wiha got: “Hemû zarokên taxê zarokên min in. Ez jî wek jinên din nobetê digirim. An wê ew tacîzkar bê dîtin an jî em ê bibînin.”   Semra Tekol jî bi lêv kir ku îsal bû şahidê gelek bûyerên tacîz û fuhuşê  û diyar kir ku her hewce be ew ê şev û roj nobetê bigire û got zaroka wê ya biçûk heye wê bigire hembêza xwe û nobetê bigire.   Nurhan Çelîk jî got ji ber dewlet ceza nade vana, êrîşên wisa zêde dibin û got: “Ceza didin wan, di hundir de xwedî dikin, piştre berdidin. Piştî derdikevin xerabiya xwe dubare dikin. Karê ku dewlet bike evqas e. Ez ê nobeta xwe bigirim.”