Bavê ji Italiyayê keça xwe ya 17 salî diyarî DAÎŞ'ê kir 2018-01-19 09:07:11   Rûken Goman    DÊRIK - Jina ji Italiyayê Edêla Dolamic a ku bavê wê ew xelatî çeteyên DAÎŞ'ê kiribû, çîroka xwe ya trajedîk tîne ziman û dibêje ku piştî ew ji çeteyan rizgar bûye, hêzeke mezin ji şervanên jin girtiye û bi wê hêzê ew ê li hember mêrê desthilatdar li berxwe bide.   Li welatên qaşo bi azadiyê bang dikin, mirov tevgerên dûrî azadiyê tê de dibîne û kiryarên dijmirovî li dijî jinan tê pêkanîn. Mêrê ji Italiyayê keça xwe ya 17 salî wekî xelat diyarî çeteyên DAÎŞ'ê kiriye. Edêla Dolamic a niha bi temenê xwe 19 salî bi destê bavên xwe diyarî çeteyan hat kirin. Edêla vê tevgera bavê xwe qebûl nake û li hember wê her dem li ber xwe dide heta ku rizgar dibe.                  'Bi mirina dayika min re êşên min dest pê kir'    Edêla Dolamic wiha trajediya jiyana xwe vedibêje: "Di dehsaliya min de dayîka min di qezayekê de jiyana xwe ji dest da, bavê min ez xwedî kirim. Beriya dayika min jiyana xwe ji dest bide, jiyana min pir xweş bû lê bi mirina wê re êşên min dest pê kirin. Bavê min pir zilm li min dikir weke ku ez bûme asteng di riya jiyana wî de. Ji bo wê ez ji mal reviyam û di 15 saliya xwe de ez demekê bi hevalên xwe re jiyam."   'Bavê min ez wekî xelat diyarî DAÎŞ'ê kirim'   Edêla anî ziman ku wê tucaran bawer nedikir ku bavê wê keça xwe radestî çeteyên DAÎŞ'ê bike û wiha got: "Piştî ku ez demekê li cem hevalên xwe mam, bavê min hat ez ji wir birim û got em ê biçin cihekî xweş bijîn. Em çûn Tirkiyeyê û ji wir em derbasî Sûriyeyê bûn. Min tucarî bawer nedikir ku têkiliya bavê min bi terorê hebe û min jî bide wan. Min nizanîbû çawa bi bandor bûye û çawa em ji welatekî wekî Italiyayê aniye nav şer û kuştinê. Dema em gihiştin Sûriyeyê em çûn Minbicê. Cara dawiyê min bavê xwe dît, min jê pirs kir çima em li Sûriyeyê ne.  Wî jî got 'Min tu xelat daye mûcahidan'. Piştî van gotinan min nema bavê xwe dît û tiştekî li ser nizanim. Çeteyên DAÎŞ'ê ez di destpêkê de kirin zindanê, li wê derê gelek jin ji gelek welatan hebûn. DAÎŞ'ê gelek zilm û zorî li me dikir. Min digot ez nazewicim ji ber ez pir biçûk im 17 salî me, lê bi gef û tehdîdan ez bi çeteyê DAÎŞ'ê Ebû Ebass re hatim zewicandin. Tevî wê jî min her tim nerazîbûna xwe ji jiyana DAÎŞ'ê re dianî ziman."   'Bi hêzeke mezin min biryara têkoşînê da û ez reviyam'   Edêla da zanîn ku tim hêviyên wê mezin bûn ku ji destên çetayan rizgar bibe û wiha got:  "Dema şervanên QSD'ê ketin Minbicê min hewl da ku ez birevim, lê DAÎŞ'ê ez girtim û min birin Reqayê. Lê dîsa jî hêviya min qut nedibû ku ez ê rojekê werim rizgarkirin û baweriya min hebû ku wê şervanên QSD'ê werin Reqayê jî. Di şerê Reqayê de çete Ebû Ebass hat kuştin. Wê demê min biriyara tekoşînê da, reviyam û gihiştim şervanên jin."   'Dema ez gihaştim şervanên jin ez hîn bi hêztir bûm'   Edêla bal kişand li ser bandora şervanên jin û wiha got: "Dema ez gihaştim şervanên jin ez hîn bi hêztir bûm. Pir bi hêz bûm dema min dît ku hêzeke jinan heye û tevahî jinan diparêze. Niha jiyana min baştir e, ez dixwazim vegerim welatê xwe Italyayê, ji ber ku tu guneh û sûcê min tuneye. Ez dixwazim jiyana xwe baştir bikim û aram bijîm. Ez bi vê zilma ku li min hat kirin hîn bihêztir bûm. Bi vê hêzê ez ê li hember zilma li ser jinê tê kirin bisekinim.