ROJEVA 19'Ê ÇILEYÊ 2018'AN 2018-01-19 09:00:00   *Jina ji Italiyayê Edêla Dolamic a ku bavê wê ew xelatî çeteyên DAÎŞ'ê kiribû, çîroka xwe ya trajedîk tîne ziman û dibêje ku piştî ew ji çeteyan rizgar bûye, hêzeke mezin ji şervanên jin girtiye û bi wê hêzê ew ê li hember mêrê desthilatdar li berxwe bide.   *Dayikên Aştiyê bertek nîşanî ferzkirina  kincên yekreng ku li girtiyan tên ferzkirin dan û gotin ev tişta ku li girtiyan tê ferzkirin komkujî ye.  BI DÎMEN   *EVÎD-SEN derbarê sererastkirinên qanûnê yên derbarê kedkarên malê tên kirin de, bi Seroka Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Ofîsa ILO a Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Seroka EVÎD-SEN’ê Gulhan Benlî diyar kir ku di hevdîtinê de soz ji wan hatiye dayîn ku wê daxwazên wan li ber çavan bê girtin û got: “Daxwazên me li ber çavan hatin girtin. Soz hatin dayîn. Ev erênî ye lê ya girîng ev e ku ka sozê çiqas bê girtine.” BI DÎMEN   *Kîm Dadou ya ji aliyê mêrê bi navê  Darnell Sanders bi şîdeta îstîsmara zayendî rû rû bi rû dima û ew kuşt, 17 salan di girtîgehê de ma. Niha ji bo Qanûna Edeleta Li Jiyanê Mayîn a Şîdeta nav Malbatê ku ji bo jinên Amerîkayê dibe hêvî, têdikoşe.   *HDP'a  ku di sala 2012’an hate avakirin û xebatên xwe berdewam dike, ji her civat, reng û gel xebatkar, parlameter û rêveberên wê hene. Her wiha HDP'ya ku bi rengînî û bi demokratîkbûna xwe tê naskirin partiya ku li Tirkiyeyê herî zêde ciwan û jin di nav de cih digiriye. Yek ji van rêveberên HDP'ê jî Hevseroka HDP'ê ya  Erdexanê Feyzanur Demîr e. BI DÎMEN    *Li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê di meha dawî de 5 jin ji aliyê heman mêrî ve rastî tacîzê hatin. Jinan li dijî tacîzê li taxê dest bi nobetê kirin û gotin: “An wê mêrê tacîzkar bê girtin, an em ê nobetê bigirin û wî mêrî bigirin. Dema em bigirin jî em ê parastina xwe ya cewherî pêk bînin.” BI DÎMEN   *Malbatên girtiyan ku bertek nîşanî pêkanîna cilên yekreng dan gotin: “Em 19’ê Kanûnê jiyan. Me zarokên xwe ji morgan girtin. Me êşên mezin kişand, em her tim di nav tirsê de ne. Werin em bibin yek û li dijî zilma li ser zarokên xwe derkevin.” BI DÎMEN   *Endama Platfroma Parastina Hewselê  Fevziye Sumer destnîşan kir ku  Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcle hêdî hêdî tê tunekirin û got bi projeyên hilweşînê re ya tê xwestin bê kirin ‘ji xizanan bigirin bide dewlemenda’ ne. Fevziyeyê diyar kir ku hedefa esas jî ev e ku polîtîkayên bênasnamebûnê pêk bînin.   *Nivîskar Karin Karakaşli diyar kir ku qetilkirina Derhênerê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink û rewşa welêt her roj 19'ê Çileyê tîne bîra wê. BI DÎMEN