Li Qamişloyê jî gel li dijî tecrîdê bertek nîşan da 2018-01-18 17:05:12   QAMIŞLO - Bi armanca naskirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo, li taxa pîşesaziyê konê greva birçîbûnê vedan.   Ji bo wergirtina agahî û naskirina rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Meclisa Tenduristî ya bajarê Qamişlo li taxa pîşesaziyê çalakiya konê greva birçîbûnê dest pê kirin. Konê çalakiyan dê du rojan bidome.    Bi sedan welatî, saziyên mafê mirovan, Weqfa Jina Azad a Rojava serdana konê çalakiyê kirin. Di roja yekem a vê çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan Gulîstan Elî ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û kiryayên dewleta Tirk bi tundî hatin şermezarkirin.   Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:   "Em wek Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo li ser navê hemû pêkhateyên xwe vê tecrîdê û komploya li ser Rêber Apo ku tê meşandin şermezar û lanet dikin. Dîsa êrîşên li ser Rojava û Efrînê tên meşandin em şermezar dikin, em ê tekoşîn û berxwedana xwe ya rewa berdewam bikin. Tu çareserî li Rojhilata Navîn çênabe ta ku pirsgirêka gelê Kurd çareser nebe. Banga me ji hemû rêxistinên tenduristiyê re ku bêdeng nemînin û erka xwe pêk bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, nebin hevkarê wê sûcê, em daxwaz dikin ku tenduristî û ewlehiya Rêber Apo misoger bibe û bi vî awayî gelê me derbarê Rêber Apo de agahî bigire. Bimre tecrîd û komplo, bijî serok Apo, bijî berxwedana gelan."   Konê çalakiyê wê du rojan bidome