Li Girtgîgeha Tîpa T a Tarsusê binpêkirina mafan didome 2018-01-18 12:28:41   MÊRSÎN - Tugba Sert a li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê dimîne bal kişand ser binpêkirina mafan ên her roj zêde dibin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusa Mêrsînê ji roja vebûye heta niha her tim bi binpêkirina mafan di rojevê de ye. Girtiya bi navê Tugba Sert di 17’ê çile de bi riya têlefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirina mafan ku pê re rûbirû dimînin kir.    Tugba Sert bi riya malbata xwe wiha binpêkirna mafan ragihand: “Di qawîşên 10 kesî de em 20 kes dimînin. Di heman qawîşê de du zarokên biçûk jî hene. Her tim av tê birîn. Pêdiviyên me yên bingehîn nayên pêşwazîkrin. Em nikarin pêdiviyên xwe li serşokê pêk bînin. Ava me ya vexwarinê jî tune ye. Pêdiviyên em  ji kantînê dixwazin hemû jî hene lê nadin me. Di dema çûyîna nexweşxaneyê de dermankirina bi kelepçe li me ferz dikin. Em bi provokasyonên gardiyanan re rû bi rû dimînin. Binpêkirina mafan her roja ku diçe zêde dibin. Em bang li raya giştî dikin ku bila dengê me bibîhîze.”