Welatiyên Kantona Şehbayê piştgirî dan Efrînê 2018-01-18 11:45:28   EFRÎN - Meclisa Kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û kantona Şehbayê, meşek li dar xist.   Bi armanca şermzarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê û Kantona Şehbayê, Meclisa Kantona Şehbayê meşek bi tevlîbûna hemû saziyên sivîl, Desteyên, Asayîş, Yekîtiya Jina Azad û bi dehan welatiyên Kantonê, li dar xist.   Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên 'Ji bo azadiya Rêber Apo serî hilde' bilind kirin. Meş ji pêşiya mizgefta navçeya Fêfînê dest pê kir û bi dirûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe' 'Jin, Jiyan, Azadî' heta ber bi Qada Şehîdan ve berdewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî bi raya giştî re hate parvekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefed Hesen ve bi zimanê erebî hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "Bi navê hemû pêkhateyên Kantona Şehbayê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên li ser herêma Efrînê û Kantona Şehbayê şermezar dikin, di heman demê de em tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku di demeke nêz de rewşa ewlehî û tenduristiya Rêber Apo ji me re zelal bikin."   Meş bi dirûşma 'Bê Serok Jiyan Nabe' bi dawî bû.